RIHA - 18 kesên li Serêkaniyê hatin binçavkirin hatin berdan.
Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê 18 kesên Yekşema borî di avêtina ser malan de hatibûn binçavkirin sewqî Edliyeya Rihayê hatin kirin. Cemîle Dagtekîn a 70 salî ku di nav 20 rojan de du caran hat binçavkirin û Mizgîn Aslan li dozgeriyê hatin berdan; Yagmur Dalgiç, Esra Guler, Cemile Dagtekin, Fethi Otken, Mehmet Ali Asan, Veysi Beken, Harun Dagtekin, Çetin İsi, Mizgin Aslan, Mehmet Ozkan, Mustafa Şahin, İbrahim Polat, Elif Bozan, Yaşar Karaman, Ali Akin, Serdar Kirdan, Mehmet Çelebi û Haki Firat jî sewqî dadgehê hatin kirin û bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan.