AMED – Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin diyar kir ku şûna dîtina kiryarên Tahîr Elçî bên dîtin li dijî rêveberên baroya wan ên berê lêpirsîn tê destpêkirin û got: “Em radestî pêkanînên mîna 12’ê Îlonê nebin.”
Baroya Amedê di hefteya 157’emîn de bi daxwaza kiryarên Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî ku li navçeya Sûrê hat kuştin bên dîtin li ber Dadgeha Amedê çalakiya xwe berdewam kir. Gelek parêzer beşdarî çalakiyê bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” hildan. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin di civînê de axivî û bi bîr xist ku der barê rêveberiya baroya wan ên berê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û got: “Wezareta Dadê li şûna kiryarên Tahîr Elçî bibîne lêpirsînê li rêveberên baroya me yên berê vedike. Li şûna lêpirsînê kiryarên Tahîr Elçî bibînin. Ji bo kiryarên ne diyar bên dîtin em têdikoşin. Baroya ji ber vê yekê ji xwe re dikin hedef.”
‘EM TESLÎM NABIN’
Aydin anî ziman ku baroya wan çawa radestî pêkanînên dervayî mirovahiyê yên darbeya 12’ê Îlonê nebûye dê di vê serdemê de jî radestî serdema tarî nebe.
Piştî çalakiya rûniştinê daxuyanî bi dawî bû.