AMED - Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe Cewriye Guven bibe bi rêya parêzerên xwe serîlêdan kir.
Dayika Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, Cevrîye (94) jiyana xwe ji dest da. Tê payin ku cenazeyê Cevriye Guven danê esir bê definkirin. Leyla Guven a ku di Girtîgeha Tipa E ya Amedê girtî ye, ji bo beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe bi rêya parêzerên xwe serî li dozgeriyê da.