ÎDIR – Li dijî Qereqola Şehît Bulten Aydin a li ser sînorê Îranê û navçeya Başan a Îdirê êrîş çekdarî pêk hat. Di êrîşê de eskerek mir û 2 esker jî birîndar bûn.
Li dijî Qereqola Şehît Bulent Aydin a li ser sînorê navçeya Başan a Îdirê û Îranê êrîş pêk hat. Di êrîşa çekên lûle dirêj de eskerek mir û 2 esker jî birîndar bûn. Piştî êrîşê li herêmê operasyonê dest pê kir. Eskerê mirî û yên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê. Di 28’ê mijdara 2018’an de jî li dijî heman qereqolê êrîşa bi roket pêk hatibû û eskerek jiyana xwe ji dest dabû.