WAN - Li Wanê nûnerê partiyên siyasî û STK'an bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û gotin: "Hikûmet xwe li bêdengiyê datîne. Berî ku mirin çêbibin divê guh bidin greva birçîbûnê."
Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 58'an de didome. Li Wanê siyastemedar û nûnerên saziyên civaka sivîl (STK) bang li herkesê kirin ku piştgiriyê bidin çalakiyên greva birçîbûnê.
Rêverbirê HDP'a Wanê Hasan Guven got: "Ji bo dawî li tecrîdê bê Leyla Guvenê pêşengî kir. Divê ev yek demildest bi encam bibe. Loma divê herkes bibe dengê vê çalakiyê. Ev çalakiyeke demokratîk e û divê dawî li tecrîdkirina Ocalan bê."
‘DIVÊ DAWÎ LI TECRÎDÊ BÊ'
Hevşaredara Payîzavayê Yildiz Çetîn a qeyûm tayînî şûna wê hat kirin got: "Leyla Guvenê vîna gel e. Diviya Guven ev pirsgirêk li meclîsê bilêv bikirana, lê belê niha di girtîgehê de ye. Girtina wê nayê qebûlkirin. Ev sûc e. Kelemçekirina vînekê sûc e." Çetîn, anî ziman ku divê herkes bibe dengê Leyla Guvenê û çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan. Çetîn, diyar kir ku çalakiya Guvenê û girtiyan çalakiyeke demokratîk e û divê demildest guh bidin vê çalakiyê. Çetîn anî ziman ji bo aştî û aramiyê divê dawî li tecrîdê bê û çalakiyên greva birçîbûnê yên 2012'an bi bîr xist. Çetîn got: "Çalakiyên wê demê encam girtin. Leyla Guven jî niha bû pêşenga vê yekê. Tecrîd ne tiştekî rast e. Ji bo gel bi awayekî aştiyane û aram bijîn demildest divê dawî li tecrîdê bê."
'BERÎ MIRIN ÇÊBIBIN DIVÊ HERKES BIBE DENGÊ WAN'
Hevserokê DBP'a Wanê Okkeş Kava jî anî ziman ku daxwaza Guvenê û girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de daxwaza wan e jî. Kava diyar kir ku li girtîgehan ewilî kom bi kom çalakiyên greva birçîbûnê dest pê kirine paşê veguherîne çalakiyên bêdem û bêdorveger û got: "Eger wisa dewam bike dibe mirin jî çêbibin. Hikûmet xwe li bêdengiyê datîne. Berî ku mirin çêbibin divê guh bide çalakiyên greva birçîbûnê. Kesên di greva birçîbûnê de bilêv dikin ku heta dawî li tecrîdkirina Ocalan neyê ew ê dev ji çalakiya xw ebernedin û bi paş ve gav neavêjin. Loma divê herkes guh bide çalakiya greva birçîbûnê." Kava, anî ziman ku ew tecrîdê qebûl nakin û eger dawî li tecrîdê bê wê pêvajoya aştiyê dîsa dest pê bike.
‘JI BO AŞTIYÊ GAVEKE GIRÎNG E'
Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakê (SES) a Wanê yê berê Cengîz Paycû jî, xwest dawî li tecrîdê bê. Paycû, anî ziman ku kî dibe bila bibe mafê girtiyan e ku hevdîtinê bi malbat û parêzerên xwe re çêbikin. Paycû, diyar kir ku bi awayekî zêde deng li dengê Guvenê nayê zêdekirin û piştgiriya ji bo çalakiyê jî bi derengî ketiye. Paycû, destnîşan kir ku divê bi lez û bez liv û tevgerîn çêbibin û got: "Eger bi awayekî xurt deng li dengê wan bê zêdekirin wê daxwaz bên qebûlkirin. Wê çalakiyên greva birçîbûnê ji bo aştiyê bibin cihê gaveke erênî."