STENBOL – Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serlêdana parêzerên Ocalan a ji bo hevdîtinê cara 778’emîn red kir.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica, Raziye Turgut û Sînan Zîncîr bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin cara 778’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serdozgeriyê hêceta sînorkirina hevdîtinê daxwaza hevdîtinê red kir.