WAN – Rojnameger Îdrîs Yilmaz ê ji ber nûçeyên çêkiriye bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” tê darizandin hat cezakirin. Dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê hepsê li Yilmaz birî.
Rojnameger Îdrîs Yilmaz ji ber nûçeyên çêkiriye bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” tê darizandin. Danişîna 2’yemîn a doza Yilmaz li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Yilmaz bi rêya Pergala D3imen û Deng (SEGBÎS) ji Girtîgeha Jimara 1’an a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê beşdarî danişînê bû.
Malbata Yilmaz û parêzerê wî di dozê de amade bûn. Yilmaz di danişînê de parastina xwe ya berê dubare kir. Parêzer jî ji bo parastina pêvek, guhdarkirina şahidan û kêmasiya dosyeyê temam bibe dem xwest. Heyeta dadgehê hemû daxwazan red kir û bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” 6 sal û 3 meh cezayê hepsê li Yilmaz birî.