DÎLOK - Kaya Osanmaz ê hevjîna xwe ya berdayî Sema Ozbûdak bi kuştinê tehdît kir hat binçavkirin
Li Dîlokê, Kaya Osanmaz ê hevjîna xwe ya berdayî Sema Ozbûdak a 38 salî bi kuştinê tehdît kir û di 27’ê Kanûnê de çû ber mala Ozbûdak û birayê wê Bulunt Ozbûdak bi çekê birîndar kir, hat binçavkirin. Derket holê ku Osanmaz ji bilî gef li Ozbûdak xwarin û birayê wê birîndar kirin, ji 4 sûcên din jî lêgerîna wî hebûye.