STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtinê bikin cara 778'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin biçin Îmraliyê.
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Raziye Turgut û Sînan Zîncîr bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtinê bikin cara 778’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin biçin Îmraliyê û bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin.
Parezerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve bi hinceta “muxalefeta hewayê heye", “koster xerabe ye", “koster di tamirê de ye", “OHAL heye” daxwazên wan tên astengkirin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha bi tu awayî agahî jê nayê girtin.