EDENE - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2'yan a Bunyana Kayseriyê destnîşan kirin ku girtiyên nexweş nayên tedawîkirin û gotin: "Mirovan ber bi mirinê ve dişînin. Em ji bo hesasiyet û hestiyarê bang li hemû derdoran dikin."
Li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2'yan a Bunyana Kayseriyê, girtiyan nameyek şand û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê bi raya giştî re parve kirin. Girtiyan destnîşan kir ku mafên wan ên çalakiyên civakiyî hemû hatine destgîrkirin û ser hewadariyê bi têlan hatiye girtin, kamera li odeyan hatine bicihkirin û hemû qadên wan ên jiyanê tên şopandin.
GIRTIYÊN NEXWEŞ NAYÊN TEDAWÎKIRIN
Girtiyan ragihand ku tevî îşkenceya derûnî ew bi îşkenceya fizîkî û devjî ya gardiyanan re jî rû bi rû dimînin. Girtiyan destnîşan kir ku girtiyên nexweş nayên tedawîkirin û sewqên wan ên ji bo nexweşxaneyê jî 4-5 mehan bi derengî tên xistin û di dema mueyeneyê de kelemçeyê lig irtiyan ferz dikin. Girtiyan bilêv kir ku li girtîgehê posteya hundurîn tune ye û nameyên wan bi awayekî kêfî nayên şandin û di bin navê lêgerînê de amûrên wan tên belavkirin û bi kêfî cezayê dîsîplînê li wan tê birîn.
RADYO QEDEXE YE
Girtiyan anî ziman ku ew ji bo pirsgirêkan nikarin hevdîtinê bi îdareya girtîgehê re çêbikin û loma pirsgirêkên wan nayên çareserkirin. Girtiyan destnîşan kir ku ji bo rehabîlîtekirina girtiyan kurs û atolye li girtîgehê tune ne. Girtiyan ragihand ku radyo hatine qedexekirin û carinan rojnameya Yenî Yaşamê jî nadin wan û temaşekirina TV'yê jî li gorî kêfa îdareyê diguhere. Girtiyaan da zanîn ku dema hevdîtinê 45 deqîqe ye û li têketina girtîgehê jî li girtiyan lêgerîna tazî tê ferzkirin.
Girtiyan ragihand ku girtiyên bi "surgunê" tên Girtîgeha Bafrayê li têketina girtîgehê lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin û dema vê yekê qebûl nakin tên îşkebcekirin. Girtiyan ji bo hestiyariyên bang li herkesî kir û gotin: "Kincên hevalên me tên qetandin û tên derbkirin. Wexta em ji vê re dibêjin îşkence cezayên dîsîplînê yên giran li me tên birîn. Li girtîgehê hevalê me Hanîfî Eser nexweş e û nexweşîna wî giran e. Herî dawî ji gurçikên xwe nerihet bû û me xwest wî rakin nexweşxaneyê. Lê belê îdareyê hevalê me bi rojan da sekinandin. Eger em bi ser îdareyê de neçûna dibû ku hevalê me jiyana xwe ji dest bidana. Êdî xwîn ji deva tê. Gelek pirsgirêkên bi vî rengî hene. Lê belê tu sazî û dezgeh û wezareteke deng bide deng me tune ye. Perçeyek di newqa hevalê me Bedrettîn Hasar de heye. Ew perçe tahdê lê dikê. Çû revîrê û jê re gotin divê demildest biçe nexweşxaneyê. Lê belê piştî 4-5 meh şûnde wî şandin. Mirovan ber bi mirinê ve dişînin. Em girtî ji bo hesasiyet û hestiyariyê bang li hemû derdoran dikin."
MA / Hamdullah Kesen