AMED – Serdozgerê Komarê yê Amedê li Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD'ê Hîlmî Aydogdû ku dema li Midûriyeta Polîsan a Amedê di bin çavan de bû qeyrana dil derbas kir û rakirin nexweşxaneyê, bi heman tawanbariyan cara duyemîn bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz vekir û 15 sal ceza jê re xwest.
Di 9'ê Cotmeha 2018'an de navend Amedê li 9 bajaran operasyona hatin kirin û di van operasyonan de rojnamevan û siyasetmedar jî di nav de 142 kes hatin binçavkirin. Yek ji van kesan jî Endamê Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hîlmî Aydogdû bû ku wexta li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê di bin çavan de bû qeyrana dil derbas kir û ew rakirin nexweşxaneyê. Ji ber vê binçavkirin bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" der barê Aydogdû de îdianame hat amadekirin û Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê îdianame qebûl kir.
Di dosyeya 2018/89'an de darizandina Aydogdû bi heman îdiayan dewam dike, lê belê vê carê dozeke din lê hat vekirin û di vê dozê de dîs abi heman sûcî tê tawanbarkirin. Di îdianameyê de îfadeyên şahidên nepen ên bi kodnavê Ezel, Hafiz, Cesûr Yurek, Sabir, Ûzay û Yildiz cih digirin. Şahidên nepen di îfadeyên xwe de derpêş kirin ku Aydogdû di bin banê "KCK'ê de beşdarî civînên veşarî dibe." Lê belê di îdianameyê de şahidên nepen ji bi îdiayên xwe tu delîl nîşan nedan.
Şahidê nepen der barê kesên di 9'ê Cotmeha 2018'an de hatin binçavkirin hemûyan de gotibû "beşdarî civînên KCK'ê dibin û tenê kesên bawerî bi wan çêdibe û di warê bîrdozî de girêdayî PKK'ê ne û tiştekî ji kesî re nabêjin tev li civînê dibin." Heman şahid heman tişt ji bo Aydogdû jî gotiye.
NAKOKIYA DI NAVBERA DOZGER Û ŞAHIDÊN NEPEN DE
Di îdianameyê de hat îdiakirin ku KCD li se rfermana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wekî "Meclîsa Kurdistanê" hatiye avakirin. Lê belê şahidên nepen Ûzay û Yildiz di îfadeyên xwe de diyar kirin ku Aydogdû "kadroyekî herêmî ye û ev yek jî nîşan dide ku di navbera îdiaya "KCD Parlementoya Kurdistana Bakur e" ya meqama îdiayê de nakokî heye.
Her wiha di îdianameyê de rola Aydogdû ya di hisûmetên civakiyî de navbeynkarî kiriye jî wekî sûc hat hesibandin. Her çend raya giştî dizane Aydogdû endamê KCD'ê ye jî, lê belê meqama îdiayê delîlên der barê endamtiya KCD'ê ya Aydogdû spart îfadeyên şahidên nepen û hesabên civaka medyayî yên Aydogdû.
Di îdianameyê de beşdarbûyîna Aydogdû ya daxuyaniyên KCD'ê wekî sûc hatin hesibandin û ji bo çûyîna wî ya derveyî welat jî hat îdiakirin ku pêwendî û têkilî bi endamên rêxistinê yên derveyî welat re daniye.
Li ser van îdiayan û tawanbariyan meqama îdiayê xwest ku ji 7 sal û nîvan heta 15 salan Aydogdû bê cezakirin.
Her wiha di îdianameyê de hat xwestin ku dosyeya jimara 2018/89'an a Aydogdû bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tê tawanbarkirin bi dosyeya heyî re bê yekkirin.