RIHA – Wezîrê Karên Hundir, bi armanca serkeftinên qeyûm bişopîne û têkiliyên Hevserokên BDP’î yên bi rêxistinê re derxe holê mufetişên taybet peywirdar kir. Lê Qeyûm Omer Cimşît ê ku der barê wî de nelirêtiya îhaleyan derket holê, ji ber tevî hemû derfetên cemaweriyê bi ser neket li şûna wî Omer Derecî erkdar kirin.
Wezareta Karên Hundir, bi armanca têkiliya Rêveberiya Şaredariya Wêranşarê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), ya bi "Rêxistinê" re bişopîne mufetişên taybet peywirdar kiribû. Lê piştî tu delîl bi dest nexistibûn, Qeyûm tayîn kir û hemû derfetên dewlet û cemaweriyê dan pişt wî. Di 09'ê Çileya 2017'an de qeyûm tayînî Şaredariya Wêranşarê kirin. Wezîrê Karên Hundir jî ji bo venêrtina qeyûm mufetişên taybet peywirdar kirin û xwest serkeftinê wan bikin belge û têxin qeydan. Lê mufetîşan têkçûna qeyuman kir rapor û şandin ji Wezaretê re. Mufetîşê Mulkiyê Îbrahim Kapaklikaya û Ser Kontrolkarê Îdariya Malî Nihat Ozfidan ku ji aliyê Wezaretê ve hatin peywirdarkirin, di 28'ê Tîrmehê û 01'ê Tebaxa 2017'an de venêrtina taybet kirin. Mufetîşan tespît kir ku li bendê bûn ferqa di navbera şaredariya bere û niha de zêde be. Tezpît kirin ku li bendê bûn ku şaredariya ku berê aydî partiyek siyasî bû di nava kêmasiyan de be. Li bendê bûn ku memûrên dewletê yên hemû derfetên dewletê dane pişt xwe hemû kêmasî çareser kiribe û xwedî ferqek mezin be. Lê dîtin ku ferqek berbiçav tune ye.
Bi teftîşê xwestin ka têkiliya şaredariyê ya di serdema DBP'ê de û rêxistinê bi hevre heye an tune ye tespît bikin. Dîsa xwestin tespît bikin ku ka şaredarî çavkaniyên fînansê dişîne ji rêxistinê re ya na. Di raporê de wiha hat gotin: “Piştî Wekîlê Şaredarê Weranşarê Qeyûm dest bi peywirê kir û şûnde rewşa bikaranîna erkan, rewşa kontrola personelên ewlehiyê, karên der barê personelên û têkilyên personelan ên piştgiriyê didin rêxistina terorê, xizmet û razemeniyên ku hatine plankirin û pêkanîna wan, rewşa serkeftina bikaranîna çavkaniyan, rewşa serkeftina wekilê Şaredar û xisên ku bandorê li vê yekê dikin û hwd tespît bikin û kirin armanca teftîşê.
Di raporê de hat bibîr xistin ku di venêrtina sala 2015'an a serdema şaredariya DBP’ê de rastî tiştekî neyînî nehatiye. Di raporê de hat diyar kirin ku piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, ji bilî endamên meclîsê yên AKP’î endamtiya hemû endamên meclîsa Şaredariyê yên DBP’î tev hatine rawestandin. Di raporê de hat diyar kirin ku Ji Saziya Nexweşxaneyên Cemaweriyê Arslan Çiftçî tayînî Midûriyeta Mal a Şaredariyê kirine. Dîsa Midurê Lîseyê yê girêdayî Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Wêranşarê Îbrahim Çoban wekî Midûrê Karên Civakî û Çandê tayînî şaredariyê kirine. Di raporê de hat destnîşankirin ku tayînkirina kesên ji derve têra xizmeta şaredariyê nekiriye û nebûye bersîv. Yên tayînî şûna cîgirên Şaredaran hatin kirin jî ne xwedî agahiyên teknik û tecrûbe ne. Hat diyar kirin ku yên hatin tayînkirin ne layîk bûn.
ZÊDEYÎ MALIYE DERXISTIN ÎHALEYÊ
Di raporê de hat destnişan kirin ku piştî qeyûm hat tayinkirin îhaleyên rê, înşaetan zêdeyî maliyetê hatine kirin. Di raporê de hat destnîşan kirin ku di 06'ê Nîsana 2017'an de malzemeyên înşaetê ya bingehan zêdeyi maliyê hatiye îhalekirin. Dîsa di 30'e Adara 2017'an de jî dermankirina mêş û kêzikan jî dernexsitine îhaleyê û bi yek carê kirîne. Dîsa gelek îhale û karên hatine kirin li dijî pîvan û ûsûla îhaleyan hatine kirni.
Di raporê de hat bibîrxistin ku bi hinceta KHK'ê dawî li xebatên 29 karmendan anîne û dîsa 65 karkerên şaredariyê bi hinceta lêpirsîna ewlehiyê ji kar hatin avêtin. Dîsa hat diyar kirin ku lêpirsîna ewlehiyê ya 4 sed û 49 karkeran hêj didome.
HEMÛ DERFET PÊŞKÊŞÎ QEYÛM KIRIN LÊ FIYASKO
Herî dawî di raporê de hat destnîşan kir hemû derfet pêşkêşî qeyûm hatine kirin, lê encama ku xwestiye negirtiye û bi ser neketiye. Hat îtîrafkirin ku derfetên ku nedan Şaredariya DBP’ê dan qeyûm, lê qeyûm bi ser neket. Hat diyar kirin ku projeyên civakî yên qeyûmê bi ser neketin. Hat tespîtkirin ku neketiye nava gel û projeyên ku temasî gel dikin ava nekirine. Dîsa li gorî nerîn û fikrên pêşengên civakê hat destnîşan kirin ku gel ji xebatên qeyûm ne kêfxweş in. Li hemberî gel berîv negirt. Di raporê de hat diyar kirin ku xizmeta DBP'ê kir qeyûm nekiriye. Di encama raporê de hat destnîşan kirin ku qeyûm ku Qeymeqamê Wêranşarê ye Omer Çimşit tevî hemû derfetên dewlet û cemaweriyê bi ser neketiye. Li gel ve raporê Qeyûm Omer Cimşit li navçeya Wêranşarê hem qeyûm û hem jî Qeymeqam heta 01'ê Îlona 2018'an xebat kir. Piştre li şuna wî Qeyûm û Qeymeqam Omer Derecî hat peywirkarkirin.
MA / Erdogan Alayumat