MÊRDÎN – Boriya tora avê ya girêdayi Ava Spî ya Nisêbînê teqiya. Ji ber boriyên avê teqiya, dê 2 rojan avê nedin gelê 3 navçeyên Mêrdînê.
Boriya tora avê ya Ava Spî ya Nisêbînê ku avê dişîne navçeyên Nisêbîn, Artuklu û Qoserê, teqiya. Piştî boriyên tora avê teqiya dê 2 rojan avê nedin navçeyên Nisêbîn, Qoser û Artukluyê. Yekîneyên Midûriyeta Karên Av û Kanalizasyonê ya Mêrdînê (MARSU) piştî borî teqîya çû cihê bûyerê. Rayedarên MARSU yên çûn cihê bûyerê diyar kirin ku dê 2 rojan avê nedin 3 navçeyên Mêrdînê. Hat diyar kirin ku heta 2 rojan dê nêzî 500 hezar welatiyên Mêrdînê bê av bijîn.