ANTALYA - 100 sal û 15 roj cezayê girtîgehê li zilamê 40 salî T.D. ê li Antalya nêzî 2 salan tecawizê zaroka 16 salî kir hat birîn.
100 sal cezayê girtîgehê li T.D. ê 40 salî yê di sala 2015’an de tecawiza keça ciranê xwe K.D. a 16 salî kir, hat birîn. T.D. ê hevjîna wî dixebitî û ew bi xwe jî bê kar bû, rojên ku zû dihat malê, zarok K.D. a wê demê 13 salî bû tehdît dikir û dîmenên wê dikişand. K.D. sala çûyî bûyer ji dayîka xwe re got û dayika wê jî serlêdana sûc kiribû. T.D. ê hat girtin, li Dadageha Cezayê Giran a 5’emîn a Antalya hat darizandin. Di dema dozê de K.D. û dayika wê giliyên xwe tim dubare kirin, lê dadgehê jî tim daxwazên wan red kir.
Di danişîna hat dîtin de, şandeya dadgehê, ji bo T.D. 100 û 15 roj cezayê girtîgehê û 44 hezar TL cezayê pere birî û rewşa wî ya baş jî li ber çavan negirt.