AMED - Înisiyatifa Rojnamegerên Azad li şaxa ÎHD’ê ya Amedê rapora çapemeniyê ya 2018'an aşkere kir. Li gorî rapora Înîsiyatifê li Tirkiye 171 rojnamegeran li girtîgehan sala 2019'an pêşwazî kir. Di raporê de hat diyar kirin ku di salekê de 141 rojnameger hatin binçavkirin û 64 rojnamger hatin girtin.
Înisiyatifa Rojnamegerên Azad li şaxa ÎHD’ê ya Amedê bi civîna çapemeniyê rapora 2018'an a binpekirina mafê rojnameger û zextên li ser çapemeniyê aşkere kir. Înîsiyatifê, li salonê pankarta “Rojnamegeri ne sûc e, Çapemeniya Azad nayê bêdeng kirin” vekir. Berdevkê înîsiyatifê Hakki Boltan û gelek rojnameger tev li civînê bûn. JINNEWS, Ajansa Mezopotamyayê, E-Rojname, Rojnameya Yeni Yaşamê, Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel beşdarî daxuyaniyê bûn. Li eywana ku daxuyanî li hat dayin pankartên "Rojnamegerî ne sûc e","Çapemeniya azad nikare bêdeng bê hiştin","I am a journalist" hat hilgirtin. Daxuyanî bi Kurdî û bi Tirkî hat xwendin. Daxuyanî bi kurdî û tirkî hat xwendin. Bi kurdî Roza Metîna, bi tirkî jî Fatma Tekîn daxuyanî xwend.
Ewil Berdevkê Înîsiyatifê Hakki Boltan axivî û bal kişand ser zextên li ser çapemeniyê. Boltan, wiha got: "Sala bori bi zext û binpêkirinan derbas bû. Em sala 2019'an li hemû rojnamgeran pîroz dikin. Em hevî dikin ku êdî hemû rojnamger di nava şer tû mercên aştî, azadî de karibin kar û barê xwe bimeşînin. Em hêvî dikin ku êdî rojnameger neyên binçavkirin, girtin û cezakirin."
Rojnameger Roza Metîna bi kurdî rapor xwend û wiha got: "Tirkiye di bin zext û zaro desthilatdariya yekmirov a dîkta de, her roja ku derbas kir, pîvanên demokratîk winda kir û bandora siyasetê ya li ser hiquq, aborî, civak û her cure jiyan û çanda civakê kurtir jiya. Wek hemû qadên civakê di sala 2018’an de pîşeya rojnamegeriyê jî di nav şert û mercên desthilatdariya Yekmirov de ku ji kolanan-heta şanikên civakê nokokî û dijberiyê li pêş xist û li ser wan şert û mercan xwe bi rêxistin kir de, saleke karesat derbas kir. "
Metîna, da zanîn ku di sala borî de ji rojnamegeriyê zêdetir, li ser pêkhatina zext, zor, qedexe, êriş, hedef nişandan, kuştin, binçavkirin, girtin û cezayê li rojnamegearan hatin birîn hatin şîrovekirin û wiha got: "Ev kiryar bi Rapora Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas ya 2018’an de ku dibêje: “Tirkiye di cîhanê de ji bo pîvana azadiyan di nav 180 welatan de di rêza 157’an de cih digire, şênbere. Li gor daneyên Enstîtuya Çapameniya Cîhanên (IPI) ji destpêka hewildana derbeya 15’ê Tîrmehê û virve li Tirkiyê derdora 170 rojname, kovar, radyo û Tv hatine girtin û 3 hezar û 230 rojnameger jî karên xwe ji dest dane. "
Metina, bal kişand ser sedema zextên li ser çapemeniyê û wiha berdewam kir: "Sedemê van êrişên li dij mîsyana Rojnameygerên derbarê bûyerên diqewimin de agahiyan berhev dikin û ji bo gel agahdar bibe belav dikin de tirsa û nerazîbûna ji aşkerakirina rastî û heqîqetê ye. Bê guman, tirs û nerazîbûnên desthilatdariyên li vî welatî yên li dij çapameniyê ne tenê ev in. Her roj di navbera rojnamegeran de bend lêkirin û nakokiyan kurkirin. Ji bo civak û pîşeya Rojnamegeriyê nebe yek û bi dengeke xurt li dij desthilatdariyê mîsyona xwe ya ragihandina bûyeran û zalalkirina heqîqetê pêk neyne ev hatin kirin. Bi vê boneyê ye ku hemû desthilatdariyên li Tirkiyê hêsantir rojmayan bombe bikrin, di nav kolanan de rojnamegerên kurd qetil kirin û bi hezaran kuştinên ‘kiryarên wan ne diyar’ pêk anîn. Wek minak buyera qetilkirinna Rojnameger Kadrî Bagduyê ku dema Rojnameya Azadiya Welat 4 sal berê li Edeneyê belav dikir û hat kuştin jî hê nehatiye ronîkirin. Bêdengi û nebûna yekitiya çapameniyê derfet da ku desthilatdar karibin êriş bibin ser hemû aliyên rojnamegeriya li Tirkiyeyê."
Rojnameger Roza Metîna herî dawî wiha got: "Di nav salê de kuştina Rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi, guhertina xwediyê Koma Medya ya Dogan, bi destê RTUK’ê birîna cazayan li weşanên muxalîf, pêkanîna ambargoyên li ser îlanên fermî û yên ne fermî, piştî guhertina zagona Karta Zer a Çapameniyê desthilatdariyê pîvana rojnamegeriyê diar kir û li gor xwe rojnamegerî ava kir. Evana nîşaneyên êrişên li ser çapameniyê bêtir destnîşan dike.
Ev siyaset, ji hêlek ve “Çapameniya Azad” tune hesiban, aliyeke din ve jî mafê gel ya wergirtina mafê agahiyan astengkir. Daxwaz ewbûn ku çapameniyê bê nirx bike û bike yek deng. Siyaseta desthilatdar ya AKP’ê ku dixwest di 2018’yan de xwe biser bixe û di 2019’an de jî bidomîne, hedef dike ku xwe di hilbijartinê de biserxe, agirê şer yê li Rojhalata Navîn gurke û civakê ji her hêlê ve mîlîtarîze bike. Ev feraseta ku dixwaze civakê mîltarîze bike hedefa xwe ev e ku ser rastî û heqîqetê reş bike. Gotinek qedîm heye ku dibêje: “Di şer de berya her tiştî heqîqet tê kuştin” rastiya vê helwestê nîşan dade. Înisiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) diyar dike û ku şertûmerc girantirbejî dê bi mîsyona ligel parastina nirxên rajnamegeriyê rastiya bûyer û heqîqîqetan ji rayagiştî re ragbigihîne. Pir bi zor û zahmet be jî emê bi hemû hevpîşeyên xwe yên têkoşîna çapameniya azad didin re bi berdêlên giranbiha yên hatin dayîn û dê hê bên dayîn şert û mercên azaz û demokratî ava bikin. "
RAPORA SALA 2018’AN YA MAFÊN HATINE BINPÊKIRIN WIYAYE:
* 141 rojnameger hatin binçavkirin.
* 64 rojnameger hatin girtin.
* Derbarê 7 rojnamegeran de lêpirsîn pêk hat.
* Li 71 rojnamegeran doz hat vekirin.
* 521 rojnameger hatin darizandin.
* Li 121 rojnamegeran cezayê girtîgehê hat birîn. (Bi giştî li 112 rojnamegeran 546 sal 9 meh û 20 roj cezayê girtîgehê hat birîn. Cezayê hatabiheta yên girtîgehê ango cezayê muhabetê dan 3 rojnamegeran. Li 6 rojnamegeran jî bi giştî 40 hezar tl cezayê pere hat birîn).
* Milyonek û 80 hezar tl cezayê pere dan 2 televîzyonan. Cezayê 5 bernameyan dan Tv’yek, li Tv’yek jî cezayê nedayîna reklaman hat birîn.
* 14 ajans, rojname û malperên înternetê ji aliyê SaziyaTeknolojiya Zanistê ( BTK) ve gelek caran hatin astengkirin.
* 4 saziyên çap û weşanê hatin girtin.
* Dest danîn ser rojnameyek û çapxaneyek.
* Rojnamegerek hat dersînarkirin.
* Polîs bi ser 4 saziyên çapameniyê re girtin..
* 54 rojnameger ji kar hatin avêtin. (Hin ji wan ji ber ewlehî û parastina rûmeta xwe îstîfa kirin)
* Rojnamegerek hat kuştin.
* 42 rojnameger di nava salê de hatin berdan.
* Ji 1’ê Çileya 2016’an heta 29’ê Mijdara 2018’an hezar û 954 kes Karta Zer ya rojnamegeran hat betalkirin.
* Li Gor roja 31’ê Adara 2018’an 171 rojnameger di girtîgehê de girtîne. "
GUZEL: ROJNAMEGERIYA RAST SÛC HAT DÎTIN
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel jî ani ziman ku di sala 2018'an de wekî her qadê di qada çapemeniyê de jî li pişt maye û wiha got: "Maxibin li Tirkiye rojnamegeriya rast sûc tê dîtin. Kedkarê çapemeniyê ji ber nûçe çê dike tê girtin û rastî ceza tê. Zorê li medya û xebatkarên çapemeniyê dike ku di bin destê îktîdarê de xizmeta îktîdarê bikin.