MANÎSA - Di ser kuştina Endama Meclîsa DBP'ê Sêvê Demîr a di qedexeya derketina kolanan a 14'ê Kanûna 2015'an de li Sîlopiyê bû û di 4'ê Çileya 2016'an de di gulebarana polîsan de jiyana xwe ji dest da 3 sal derbas bûn. Dayika Sêvê Demîr Sakine Demîr, qala keça xwe kir û anî ziman ku keça wê li girtîgehê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketibû rojiya mirinê û wiha got: “Keça min got 'Tecrîd rabû, lê li kolanan hêj tecrîd heye. Heta Serok li zindanê be têkoşîn û berxwedana me jî dê bidome' û helwesta xwe diyar kiribû.
Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê Tîmên Tevgera Taybet di dorpêç û êrîşên çekdarî yên li ser gel de di 4'ê Çile de 3 jinên kurd ên siyasetmedar kuştin. Tîmên taybet ji maşîneyên zirxî bi çekan gule reşandin û Endama Meclîsa KJA û meclîsa DBP'ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Sîlopiyê Pakize Nayir û endama KJA'yê Fatma Uyar înfaz kirin. Sêvê Demîr jî yek ji van pêşeng, siyasetmedar û têkoşera kurd bû. Demîr di sala 1974'an de li gundê Şûtê yê Stewra Mêrdînê ji dayik bû. Di sala 1995'an de li gel malbata xwe wekî malbatên kurd ji ber zilma dewletê koçî Bajaroka Sart a Salihliya Manîsayê bûn. Demîr ku li Kurdistanê rastî zilmê hatin, li Manîsayê jî zilma dewletê ji ser serê wan kêm nebû. Sêvê Demîr, li dijî vê zilma dewletê her dem ruhê berxwedanê pêş xist û di nava tevgera azadiya kurdan de cih girt. Demîr ji ber ku zaroka malbateke welatparêz bû, di temenê biçûk de rastiya gelê kurd ê têkoşîna wê nas kir. Bi dehan car hêzên dewletê bi ser mala wan de girtin, endamên malbatê ji îşkenceyan derbas bûn û herî dawî jî bi darê zorê koçber bûn. Malbata Sêvê, di 1995'an de wekî gelek malbatên Kurdistanê da ser riya koçê û berê xwe da navçeya Salîhlî ya Manîsayê û li wir li bajaroka Sart bicih bû. Malbat, bi karkeriya çandiniyê ve debara xwe kir. Sêvê Demîr jî di nav van şert û mercan de mezin bû. Demîr, piştî koça metropolên Tirkiyeyê, li wir tevlî xebatên ciwanan bû.
Demîr li vir, demeke kurt di nav xebatên çapemeniya azad de jî cih girt. Demîr pişt re di HADEP'ê de tevlî xebatên rexistinkirina jinên Kurd bû û di demeke kurt de jî bi şêwaz û wêrekiya xwe ve bû dibe kesekê pêşeng. Sêvê di nav salên borî de ji xebaten Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH) heya xebatên Kongreya Jinên Azad (KJA), di nav xebatên cûda de cih girt. Demîr, di 2009'an de di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasi de di bin navê "KCK"ê de hate girtin û 5 salan li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de girtî ma. Demîr, di pêvajoya berxwedana zindanê de jî ji bo mafê parastina bi zimanê zikmakî têkoşînê da. Demîr, di greva birçîbûna 2012'an de ya ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate destpêkirin, di koma yekem de cih girt û 68 rojan bedena xwe da ber mirinê. Sêvê piştî ku ji girtîgehê derket, berê xwe da qada serhildanan Botanê û ji roja destpêkê ya xebatên rêveberiya cewherî heya roja ku jiyana xwe ji dest da, bû yek ji pêşengên berxwedana gel û berxwedana jinê. Sêvê Demîr, di nav hevalên xwe de her tim bi ken, wêrekî û morala xwe ya bilind hate nasîn. Hevalên Demîr ên têkoşînê ku êşa wendakirina rêhevala xwe dijîn, di hemen demê de bi helwesta "emê şînê negirin" peyama bilindikirina têkoşîna azadiya jinê didin.
DAYIK SAKÎNE DEMÎR: SÊVÊ DIGOT HETA SEROK GIRTÎ BE BERXWEDAN DÊ BIDOME
Dayika Sêvê Demîr Sakine Demîr, qala têkoşîna Sêvê û geşedanên dawî kir.
Dayika Sêvê Sakine Demir li mala xwe li gel wêneyê Sêvê wêneyê gelek kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest daye çarçove kiriye û li dîwar xistine. Di pêvajoya ku Hevserka KCD'ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Amdullah Ocalan 56 rojin di grevê de ye me xwest li Navçeya Salihli ya Manîsaye Dayika Sêvê Sakine Demîr ku keça wê jî 68 rojan li dijî tecrîde ketibû çalakiyê ziyaret bikin. Demîr, bi wêneyê 3 jinen li navçeya Sîlopî ya Şirnexê di êrîşên polîsan de jiyana xwe ji dest dan em peşwazî kir. Demîr, li gel 3 wêneyan wêneyên Ugur Kaymaz, Mahsum Karaoglan, Mustafa Dag, Aydin Erdem, Ceylan Onkol û bi dehan wêneyên din jî rêz kiriye.
Dayika Sêvê Sakine Demîr, anî ziman ku ew her dem van çarçoveyan nû dike û wiha got: "Her serdemê ez çarçoveyek nû li van çarçoveyan zêde dikim. Niha dîwar bi çarçove û wêneyan tijî bûye. 3 sal berê min li tenişta van çarçoveyan 3 çarçoveyên nû bar kir. Ev wêneyên Nû Sêvê, Fatma û Parize ne. Dema polîs digirin ser malê û dixwazin wêneyan bibin Ez dibêjim hûn canê min bibin lê van wêneyan nebin û destûr nadin. " Demîr, destnîşan kir ku Sêvê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan li gel girtiyên din ketibû çalakiya greva bê dawî bû bêdorveger û wiha axivî: “Keça min Sêvê digot ‘Tecrîd rabû, lê Serok hêj girtî ye. Heta Serok li zindanê be berxwedan jî dê bidome. Dema Ocalan di 15'e Sibata 1999'an de anîn Tirkiye, Sêvê bi ve yeke pir bi bandor bû. Sêvê di gelek kampanyayên ji bo Azadiya Ocalan de pêşengî kir. Dema li pêş daireyek dewletê daxuyani bida, bi hezaran kes kom dibûn. Li pêş hevalên Sêvê hebûn. Carekê dema xwestin daxuyaniye bidin polisan ew xistin dorpêçê û xwestin mudaxale bikin. Min got ‘Keça min em biçin. Xuya ye dê êrîş bikin' Bavê wê jî heman tişt got. Lê wê got 'Bavê tu û dayika min dikarin biçin. Lê ez nayêm. Ez tenê bimînim jî ji vir naçim' Wê rojê Sêvê, bavê wê û 5 xwişk û biraye wê ji di navde 130 kes hatibûn binçavkirin. Polîs û cendirmeyan bi parê keça min girtin û li pey xwe kaş kiribûn. Li erdê ew derb kirin. Saet di 12.00'ê şevê de serbest hatin berdan. Roja ditir dîsa ji bo azadiya Ocalan xebatên xwe berdewam kir."
‘TECRÎD RABÛ, LÊ SEROK HÊJ GIRTÎ YE'
Demîr, ani ziman ku dema piştî çalakiyê Sêvê digot “Ez dixwazin li nava gelê xwe û li ser axa xwe bim." Demîr, bilêv kir ku Sêvê piştre berê xwe da Amedê û li Amedê hat girtin û wiha got: "Demek dirêj li Amedê girtî ma. Ket greva birçîbûnê. Wê demê dîsa li dijî tecrîdkirina Ocalan dest bi grevê kiribû. Di telefonê de ji mere got 'Min dest bi çalakiya grevê ya bêdawî û bêdorveger kiriye. Keça min û 9 hevalên xwe pêngava yekem a çalakiyê dan destpêkirin. Piştî çalakiya wan, çalakiya grevê li hemû girtîgehan belav bû. Ez çûm Amedê. 33 rojan her hefte ez diçûm hevdîtnê. Her roj kîlo dida. Lê pir bi hêz û teqet bû. Her dem rû li ken bû. Piştî êdî nikaribû gavan bavêje di roja 33'an de êdî derneket hevdîtinê. Got 'Heta daxwazên me pêk bên berxwedana me dê bidome. Em her hefte li ber deriyê girtîgehê bûn. Polîsan gelek caran bi copan em derb kirin. Bi gazên îsotê mudaxale kir. Lê em dîsa çûn ber deriyê girtîgehê û me çalakiyên xwe berdewam kirin. Çalakiyan encam girt û bi Ocalan re hevdîtin pêk hat. Piştî hevdîtin pêk hat rayedaran ew rakirin nexweşxaneyê. Dema ez çûm nexweşxaneyê serûm xistibûn laşê keça min. Ji min re got 'Em gihiştin armanca xwe. Em dê heta dilopa xwine ya dawî tekoşîna xwe berdewam bikin. Tecrîd rabû, lê hêj serok Girtî ye. Heta ku Serok azad bibe têkoşîn û berxwedana me jî dê bidome.' Ji me dixwest ku me hemû bi hevre tebikoşin.
‘LI KEÇA LEYLA GUVENÊ GERIYAM'
Dayik Demîr, destnîşan kir ku heman serdem niha jî rû dide û bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got: "Wexta Leyla Guven dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir lê geriyam. Ew jî bi birbiryar bûn û têkoşiya bûn. Têkoşîna encam dabû. Hêvîdar im wê Leyla Guven û girtiyên din jî ji derheqê vê pêvajoyê derkevin. 10 roj berê li keça Leyla Guvenê geriyam. Min serkeftin jê re xwest û min got em li cem wê ne û ji bo daxwazên wê bên qebûlkirin divê em bitêkoşin."
‘DI XEWNÊN MIN DE DIBÊJE EZ DIJÎM'
Demîr, li wêneyê keça xwe nêrîû hêstir ji çavên wê tên. Her wiha nemaye keça xwe û albumên wêneyan yeko yeko nîşan da û got: "3 sal derbas bûn. Hîn jî nameyên wê û kincên wê vedişêrim. Carinan li wan dinerim. Êşa Sêvêya min pir giran e, wekî hîn jî li cem min be ûs ax be. 3 sal derbas bûn, lê hîn jî bawer nakim miribe. Tim tê xewna min. Di xewna xwe de wê di nav xebatên partiyê de dibînim. Ji min re dibêje 'ez nemirime hîn jî dijîm.' Li Silopiyayê berî bê kuştin bi 2 rojan ez û wê axivîbûn. Bi min re tim bi kurdî diaxivî. Wexta min digot hay ji xwe hebin digot 'Berxwedan jiyan e, em ê xwe û hem jî we tev de xelas bikin. Bila hûn baş bin, em baş in.' 2 roj şûnde êdî me tu xeber jê negirt. Me der barê kuştina wê de doz vekir, lê belê tu tişt jê derneket."
MA / Ayşe Surme