Li dijî tecrîdê ketibû grevê: Heta ku Serok li zindanê be berxwedan jî berdewam e

img

MANÎSA - Di ser kuştina Endama Meclîsa DBP'ê Sêvê Demîr a di qedexeya derketina kolanan a 14'ê Kanûna 2015'an de li Sîlopiyê bû û di 4'ê Çileya 2016'an de di gulebarana polîsan de jiyana xwe ji dest da 3 sal derbas bûn. Dayika Sêvê Demîr Sakine Demîr, qala keça xwe kir û anî ziman ku keça wê li girtîgehê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketibû rojiya mirinê û wiha got: “Keça min got 'Tecrîd rabû, lê li kolanan hêj tecrîd heye. Heta Serok li zindanê be têkoşîn û berxwedana me jî dê bidome' û helwesta xwe diyar kiribû. 

Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê Tîmên Tevgera Taybet di dorpêç û êrîşên çekdarî yên li ser gel de di 4'ê Çile de 3 jinên kurd ên siyasetmedar kuştin. Tîmên taybet ji maşîneyên zirxî bi çekan gule reşandin û Endama Meclîsa KJA û meclîsa DBP'ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Sîlopiyê Pakize Nayir û endama KJA'yê Fatma Uyar înfaz kirin. Sêvê Demîr jî yek ji van pêşeng, siyasetmedar û têkoşera kurd bû. Demîr di sala 1974'an de li gundê Şûtê yê Stewra Mêrdînê ji dayik bû. Di sala 1995'an de li gel malbata xwe wekî malbatên kurd ji ber zilma dewletê koçî Bajaroka Sart a Salihliya Manîsayê bûn. Demîr ku li Kurdistanê rastî zilmê hatin, li Manîsayê jî zilma dewletê ji ser serê wan kêm nebû. Sêvê Demîr, li dijî vê zilma dewletê her dem ruhê berxwedanê pêş xist û di nava tevgera azadiya kurdan de cih girt.  Demîr ji ber ku zaroka malbateke welatparêz bû, di temenê biçûk de rastiya gelê kurd ê têkoşîna wê nas kir. Bi dehan car hêzên dewletê bi ser mala wan de girtin, endamên malbatê ji îşkenceyan derbas bûn û herî dawî jî bi darê zorê koçber bûn. Malbata Sêvê, di 1995'an de wekî gelek malbatên Kurdistanê da ser riya koçê û berê xwe da navçeya Salîhlî ya Manîsayê û li wir li bajaroka Sart bicih bû. Malbat, bi karkeriya çandiniyê ve debara xwe kir. Sêvê Demîr jî di nav van şert û mercan de mezin bû. Demîr, piştî koça metropolên Tirkiyeyê, li wir tevlî xebatên ciwanan bû. 
 
Demîr li vir, demeke kurt di nav xebatên çapemeniya azad de jî cih girt. Demîr pişt re di HADEP'ê de tevlî xebatên rexistinkirina jinên Kurd bû û di demeke kurt de jî bi şêwaz û wêrekiya xwe ve bû dibe kesekê pêşeng. Sêvê di nav salên borî de ji xebaten Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH) heya xebatên Kongreya Jinên Azad (KJA), di nav xebatên cûda de cih girt. Demîr, di 2009'an de di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasi de di bin navê "KCK"ê de hate girtin û 5 salan li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de girtî ma. Demîr, di pêvajoya berxwedana zindanê de jî ji bo mafê parastina bi zimanê zikmakî têkoşînê da. Demîr, di greva birçîbûna 2012'an de ya ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate destpêkirin, di koma yekem de cih girt û 68 rojan bedena xwe da ber mirinê.  Sêvê piştî ku ji girtîgehê derket, berê xwe da qada serhildanan Botanê û ji roja destpêkê ya xebatên rêveberiya cewherî heya roja ku jiyana xwe ji dest da, bû yek ji pêşengên berxwedana gel û berxwedana jinê. Sêvê Demîr, di nav hevalên xwe de her tim bi ken, wêrekî û morala xwe ya bilind hate nasîn. Hevalên Demîr ên têkoşînê ku êşa wendakirina rêhevala xwe dijîn, di hemen demê de bi helwesta "emê şînê negirin" peyama bilindikirina têkoşîna azadiya jinê didin.
 
DAYIK SAKÎNE DEMÎR: SÊVÊ DIGOT HETA SEROK GIRTÎ BE BERXWEDAN DÊ BIDOME
 
Dayika Sêvê Demîr Sakine Demîr, qala têkoşîna Sêvê û geşedanên dawî kir. 
 
Dayika Sêvê Sakine Demir li mala xwe li gel wêneyê Sêvê wêneyê gelek kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest daye çarçove kiriye û li dîwar xistine. Di pêvajoya ku Hevserka KCD'ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Amdullah Ocalan 56 rojin di grevê de ye me xwest li Navçeya Salihli ya Manîsaye Dayika Sêvê Sakine Demîr ku keça wê jî 68 rojan li dijî tecrîde ketibû çalakiyê ziyaret bikin. Demîr, bi wêneyê 3 jinen li navçeya Sîlopî ya Şirnexê di êrîşên polîsan de jiyana xwe ji dest dan em peşwazî kir. Demîr, li gel 3 wêneyan wêneyên Ugur Kaymaz, Mahsum Karaoglan, Mustafa Dag,  Aydin Erdem, Ceylan Onkol û bi dehan wêneyên din jî rêz kiriye. 
 
Dayika Sêvê Sakine Demîr, anî ziman ku ew her dem van çarçoveyan nû dike û wiha got: "Her serdemê ez çarçoveyek nû li van çarçoveyan zêde  dikim. Niha dîwar bi çarçove û wêneyan tijî bûye. 3 sal berê min li tenişta van çarçoveyan 3 çarçoveyên nû bar kir. Ev wêneyên Nû Sêvê, Fatma û Parize ne. Dema polîs digirin ser malê û dixwazin wêneyan bibin Ez dibêjim hûn canê min bibin lê van wêneyan nebin û destûr nadin. "  Demîr, destnîşan kir ku Sêvê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan li gel girtiyên din ketibû çalakiya greva bê dawî bû bêdorveger û wiha axivî: “Keça min Sêvê digot ‘Tecrîd rabû, lê Serok hêj girtî ye. Heta Serok li zindanê be berxwedan jî dê bidome. Dema Ocalan di 15'e Sibata 1999'an de anîn Tirkiye, Sêvê bi ve yeke pir bi bandor bû. Sêvê di gelek kampanyayên ji bo Azadiya Ocalan de pêşengî kir. Dema li pêş daireyek dewletê daxuyani bida, bi hezaran kes kom dibûn. Li pêş hevalên Sêvê hebûn. Carekê dema xwestin daxuyaniye bidin polisan ew xistin dorpêçê û xwestin mudaxale bikin. Min got ‘Keça min em biçin. Xuya ye dê êrîş bikin' Bavê wê jî heman tişt got. Lê wê got 'Bavê tu û dayika min dikarin biçin. Lê ez nayêm. Ez tenê bimînim jî ji vir naçim' Wê rojê Sêvê, bavê wê û 5 xwişk û biraye wê ji di navde 130 kes hatibûn binçavkirin. Polîs û cendirmeyan bi parê keça min girtin û li pey xwe kaş kiribûn. Li erdê ew derb kirin. Saet di 12.00'ê şevê de serbest hatin berdan. Roja ditir dîsa ji bo azadiya Ocalan xebatên xwe berdewam kir." 
 
‘TECRÎD RABÛ, LÊ SEROK HÊJ GIRTÎ YE'
 
Demîr, ani ziman ku dema piştî çalakiyê Sêvê digot “Ez dixwazin li nava gelê xwe û li ser axa xwe bim." Demîr, bilêv kir ku Sêvê piştre berê xwe da Amedê û li Amedê hat girtin û wiha got: "Demek dirêj li Amedê girtî ma. Ket greva birçîbûnê. Wê demê dîsa li dijî tecrîdkirina Ocalan dest bi grevê kiribû. Di telefonê de ji mere got 'Min dest bi çalakiya grevê ya bêdawî û bêdorveger kiriye. Keça min û 9 hevalên xwe pêngava yekem a çalakiyê dan destpêkirin. Piştî çalakiya wan, çalakiya grevê li hemû girtîgehan belav bû. Ez çûm Amedê. 33 rojan her hefte ez diçûm hevdîtnê. Her roj kîlo dida. Lê pir bi hêz û teqet bû. Her dem rû li ken bû. Piştî êdî nikaribû gavan bavêje di roja 33'an de êdî derneket hevdîtinê. Got 'Heta daxwazên me pêk bên berxwedana me dê bidome. Em her hefte li ber deriyê girtîgehê bûn. Polîsan gelek caran bi copan em derb kirin. Bi gazên îsotê mudaxale kir. Lê em dîsa çûn ber deriyê girtîgehê û me çalakiyên xwe berdewam kirin. Çalakiyan encam girt û bi Ocalan re hevdîtin pêk hat. Piştî hevdîtin pêk hat rayedaran ew rakirin nexweşxaneyê. Dema ez çûm nexweşxaneyê serûm xistibûn laşê keça min. Ji min re got 'Em gihiştin armanca xwe. Em dê heta dilopa xwine ya dawî tekoşîna xwe berdewam bikin. Tecrîd rabû, lê hêj serok Girtî ye. Heta ku Serok azad bibe têkoşîn û berxwedana me jî dê bidome.' Ji me dixwest ku me hemû bi hevre tebikoşin. 
 
‘LI KEÇA LEYLA GUVENÊ GERIYAM' 
 
Dayik Demîr, destnîşan kir ku heman serdem niha jî rû dide û bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got: "Wexta Leyla Guven dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir lê geriyam. Ew jî bi birbiryar bûn û têkoşiya bûn. Têkoşîna encam dabû. Hêvîdar im wê Leyla Guven û girtiyên din jî ji derheqê vê pêvajoyê derkevin. 10 roj berê li keça Leyla Guvenê geriyam. Min serkeftin jê re xwest û min got em li cem wê ne û ji bo daxwazên wê bên qebûlkirin divê em bitêkoşin." 
 
‘DI XEWNÊN MIN DE DIBÊJE EZ DIJÎM' 
 
Demîr, li wêneyê keça xwe nêrîû hêstir ji çavên wê tên. Her wiha nemaye keça xwe û albumên wêneyan yeko yeko nîşan da û got: "3 sal derbas bûn. Hîn jî nameyên wê û kincên wê vedişêrim. Carinan li wan dinerim. Êşa Sêvêya min pir giran e, wekî hîn jî li cem min be ûs ax be. 3 sal derbas bûn, lê hîn jî bawer nakim miribe. Tim tê xewna min. Di xewna xwe de wê di nav xebatên partiyê de dibînim. Ji min re dibêje 'ez nemirime hîn jî dijîm.' Li Silopiyayê berî bê kuştin bi 2 rojan ez û wê axivîbûn. Bi min re tim bi kurdî diaxivî. Wexta min digot hay ji xwe hebin digot 'Berxwedan jiyan e, em ê xwe û hem jî we tev de xelas bikin. Bila hûn baş bin, em baş in.' 2 roj şûnde êdî me tu xeber jê negirt. Me der barê kuştina wê de doz vekir, lê belê tu tişt jê derneket." 
 
MA / Ayşe Surme 
 

Sernavên din

05/01/2019
16:31 Serdanên teziya malbata Guven berdewam dike
15:24 Ji bo Kelekçîler bangî dadgehê kirin: Serbest berdin
15:16 Vîtamînê B12 û B1 nadin girtiyên di çalakiyê de
15:10 Xizmên Windayan: Bila daxwaza Leyla Guven bê qebûlkirin
14:57 Sakîne Demîr: Îro roja Kurdan e êdî dema yekîtiyê hatiye
14:40 Mirina jinekê ya bi guman
14:39 Komîteya Partiyên Siyasî: Partiyên bê rûhset dikarin buroyên xwe vekin
14:33 Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş: Divê saziyên cemawerî înîsiyatîf bigirin
13:56 Dayikên Şemiyê: Em ji bo Komkujiya Basayê edaletê dixwazin
13:27 Dersimiyan bertek nîşanî birîna ceyranê dan
13:26 Qonaxa ku welat gihîştiyê: Neçar ma terka kurê xwe bike
13:07 Jin ji bo têkoşîna hevpar di Hevdîtina Jinan a Tirkiye de kom bûn
Sala 2019'an dê bi jinan dest pê bike
12:56 Tosûn a HDP’î: Em destûr nedin ranta parçekirina Amedê
11:50 Leyla Guven dê bi rîngê nikaribe beşdarî şîna dayika xwe bibe
11:48 'Me dayika xwe winda kir, dema bavê min jî mir Leyla tune bû’
11:25 Muslum: Tirkiye bila li pirsgirêka azadiya welatê xwe binêre
11:07 Li Stenbolê 5 kes hatin binçavkirin
10:28 KCR: Em bi ruhê yekgirtî û serhildanê têbikoşin
09:52 9’emîn Kongreya HDK’ê dê di 12-13’ê Çile de bê lidarxistin
09:42 Li şûna Mcgurk Jeffrey hat erkdarkirin
09:30 Hunermend Atli şevê bi stranan geş kir
09:27 Parlementerê HDP û CHP'ê: Ya Yildirim dike sûc e
09:26 'Eger rapora der barê qeyûm de ji bo şaredariyên DBP'î hatibûna amadekirin em ê bihatana girtin'
09:25 Tiryakî: Desteserkirina mafê dengdayînê ya girtiyan tê wateya binpêkirina mafan
09:23 Ji ber barana zêde 450 hezar donim garis nehat çinîn
09:22 Li DÎSA-DER'ê eleqeya ji bo kursên ziman
09:22 Şanoya Mencelê bi du lîstikên nû derdikeve pêşberî şanohezan
09:13 Ji ber got 'faşîzma qesrê' ji 301'ê doz lê hat vekirin
09:13 'Demîrtaş ne sûcdar e'
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2019'AN
04/01/2019
20:02 Li Semsûrê erd hejiya
19:39 Li Girtîgeha Alanyayê girtî dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikin
19:04 Ji bo erseyên Şaredariya Sûrê neyên firotin serî li dadgeha îdareyê dan
18:29 18 kesên li Serêkaniyê hatin binçavkirin hatin berdan
16:37 Baroya Amedê: Em ê radestî pêkanînên we nebin
16:23 ÎHD: Li Wanê di 2018’an de 9 hezar û 234 binpêkirina mafan qewimî
16:01 Meclîsa ÎSÎG'ê: Di 2018'an de Hezar û 923 karkeran jiyana xwe ji dest da.
16:00 Leyla Guven dê beşdarî şîna dayika xwe bibe
15:27 Rewşenbîr, nivîskar û helbestvanan destek da Leyla Guven
15:13 Cenazeyê dayika Leyla Guven hat definkirin
14:58 Mijara Idlibê danîn ser masa Tirkiye: Şer dest pê kir
14:11 TJA: Em ê li dijî komkujiyên li Parîs û Sîlopiyê bi felsefeya azadiyê têbikoşin
13:59 Jinên Amedî ji bo yekbûnek xurt ji hevdîtina li Stenbolê re amade ne
13:48 HDP'ê ji bo Cevriye Guven sersaxî xwest
13:36 Leyla Guven xwest beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe
13:28 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:57 ‘Kurdên ku ne bê çare ne eyar dan DYA'yê'
11:47 Bavê Ahmet Şik jiyana xwe ji dest da
11:35 Qeyûmê Mêrdînê keya kom kirin û ji AKP’ê re deng xwest
11:06 Dayika Leyla Guven jiyana xwe ji dest da
10:57 ‘Dixwazin hafizeya herêmê tune bikin’
10:06 Pekoz ê HDP’î: Ji bo winda kirina Tifaqa Cûmhûr hevkarî şerte
09:57 Li Îdirê li dijî qereqolê êrîş: Eskerek mir, 2 esker birîndar bûn
09:50 3 jinên siyasetmedar ên kurd bi ‘guman’ hatine kuştin!
09:49 Kemalbay: Meaş zêde bû an kêm bû?
09:30 Dozger ji Rojnameger Dal re 15 sal ceza xwest
09:29 Nûnerên saziyên li Wanê: Divê hikûmet guh bide çalakiya greva birçîbûnê
09:29 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Ev meşale natefe!
09:28 Her zivistan nikarin çem derbas bikin
09:27 Bijîşk Gul: Divê heyetên serbixwe bên çêkirin
09:27 Dayikên Aştiyê: Girtiyên di greva birçîbûnê de aştiyê dixwazin
09:26 ‘Çav berdan axa miriyan jî'
09:25 Dadgeh bû parêzerê polîsê 4 kes kuştin: Xeşîm û westiyayî bûye
09:24 Bijîşk: Di sermayê de xurekên avî zêde bixwin û vexwin'
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2019'AN
03/01/2019
16:50 Serdozgeriya Bursayê dîsa serlêdana parêzerên Ocalan red kir
16:43 Li Edeneyê 2 siyasetmedar hatin binçavkirin
15:41 HDP li Amed û Stenbolê li dijî tecrîdê mitîngan li dar dixe
14:55 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza da rojnameger Yilmaz
14:06 Ji parlamentera berê Yigîtalp re 26 sal ceza hat xwestin
13:37 Zilamê hevjîna xwe ya berdayî bi kuştinê tehdît kir hat binçvkirin
13:30 Baroya Amedê: Divê malbat û parêzerên Ocalan dikaribin biçin hevdîtinê
13:11 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê cara 778’an serlêdan kirin
13:08 Macron: Divê hêzên Kurdin li Sûriyeyê bên parastin
11:48 Newaya Jin bi manşeta 'Edalet hîna di taritiyê deye' der ket
11:42 Dest ji Mînbîcê berdin ka li Îdlibê mêze bikin!
11:14 'Hevdîtina li gel Ocalan dê rojên xweş bîne Tirkiyeyê’
10:35 DEDAŞ bêdeng e û gundî jî şalteran bi daran radikin
09:58 'Gelên Sûriyeyê dê xwe biparêzin’
09:36 Girtiyên li Kayseriyê: Mirovan ber bi mirinê ve dişînin
09:35 Wê HDP ji bo qeydên li Sêrtê nehatine çêkirin serî li YSK'ê bide
09:35 Bi nanê tenûrê debara xwe dike
09:34 Girtî ji êvarê heta serê sibê rastî îşkenceyê hat
09:33 ‘Wê herî kêm mafê bikaranîna dengan a 5 hezar girtiyî bê xespkirin'
09:33 Nobeta li dijî JES'an didome: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
09:32 Li endamê KCD'ê Aydogdû bi heman îdiayê cara duyemîn doz vekirin
09:30 ‘Ez ê canê xwe bidim, lê bes bila ev xwîn nerije'
09:29 Li gel hemû derfetên dewletê qeyûm bi ser neket
09:26 Akat: Di avakirina demokrasiyê de tekane rê çareserkirina pirsgirêka kurd e
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2019'AN
02/01/2019
16:11 YSK’ê navê partiyên dê beşdarî hilbijartinê bibin aşkere kir
15:17 2 rojan dê gelê Mêrdînê tî bihêlin
15:15 Qedexekirina herêmên li Colemêrgê dirêj bû
15:11 100 sal cezayê girtîgehê li zilamê tecawizê zaroka 16 salî kir birîn
14:54 Dayika girtî: Ew 24 meh jî hevdîtinê qedexe bikin ez ê bêdeng nemînim
14:53 Rêxistinên Tenduristiyê: Destûr bidin ku heyetên hekîmên serbixwe biçin girtîgehan
14:06 Dema binçavkirinên li Serê Kaniyê dirêj kirin
14:04 Baroya Enqere: Namzetiya Bînalî Yildirim li dijî Makezagonê ye
13:29 Li Tirkiye 171 rojnamegeran li girtîgehan sala 2019'an pêşwazî kirin
13:08 Ji bo pankarta bi avahiyan ve kiribûn bangî HDP’iyan kirin ku îfade bidin