STENBOL - Parêzerên Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, piştî Dadgeha Îstînafê 4 sal û 8 meh cezayê wî erê kir, seri li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dan.
Parezerên Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş piştî Dadgeha Îstinafê cezayê wî erê kirin serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dan. 26'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê li Demîrtaş û Parlamenterê HDP'ê yê berê Sırri Sureyya Onder bi îdîaya “propaganda rêxistinê kiriye" di 7'ê Îlonê de ceza birî bû. Dadgehê li Demîrtaş 4 sal û 8 meh, li Onder jî 3 sal û 6 meh ceza birîbû. Parêzeran serî li 27emîn Dadgeha Îdarî ya Herêma Stenbolê îtîraz kiribûn. Lê dadgeha herêmê îtîraza parêzeran red kir û cezayê Demîrtaş û Onder erê kir. Piştî dadgeha herêmê cezayê li Demîrtaş û Onder birî, Parêzerên Demirtaş duh serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dan.