WAN - Rêveberiya Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê, pirtûka Musa Anter a "Vakayîname" ku ji rojnaemger Nedim Turfent ê girtî re hat şandin, bi îdîaya "Yekîtî û tevahiya dewletê dixe talûkeyê û hehwl dide kaosê ava bike" nedan Nedim Turfent û pirtûk desteser kirin.
Rêveberiya Îdareya Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê, pirtûka Rojnameger û rewşenbirê kurd Musa Anter a "Vakayiname" ku ji Rojnameger Nedîm Turfent re hat şandin, nedan wî. Ziyaretvanê Nedîm Turfent pirtûka Musa Anter ji Nedîm Turfent re şand, lê rêveberiya girtîgehê bi îdîaya "Yekîtî û tevahiya dewletê dixe talûkeyê û hehwl dide kaosê ava bike" pirtûk nedan Nedim Turfent. Rêveberiya girtîgehê dest danî ser pirtûkê û pirtûk neda.
Rêveberiya girtîygehê îdîa kir ku pirtûk dîsîplîna girtîgehê xera dike û rê li pêş kaosê vedike û Yekitî û tevahiya dewletê dixe xetereyê.
Rêveberiya Girtîgehê parast ku 1'emîn Dadgeha Sulh Ceza ya Amedê di 10'ê Hezîrana 2016'an de der barê pirtûkê de biryara komkirinê daye.