NAVENDA NÛÇEYAN - Parlementerê HDP’ê Abdullah Zeydan ê di Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê de jî li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.
Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê daxuyanî da û diyar kir ku Parlementerê HDP’ê Abdullah Zeydan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Buroya Çapemeniyê ya HDP'ê wiha got: “Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven di roja 55’an de didome. Ji bo piştgiriyê û bi heman daxwazê parlementerê HDP’ê Abdullah Zeydan ê di Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê de jî dest bi greva birçîbûnê kir. ”
Zeydan bi rêya parêzerên xwe nîşe şand û di nîşeyê de wiha got: “Hevseroka me ya KCD’ê û parlementera me ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser rêzdar Ocalan 55 roj in di greva birçîbûnê de ye. Ji bo ku ji vê kaosa 4 salên dawîn em derkevin divê tecrîda li ser rêzdar Ocalan were rakirin. Ez jî ji bo piştgiriya parlementera me 10 rojan dikevim greva birçîbûnê.”