ENQERE - Rojnameya New York Times, diyar kir ku serokê Amerîkayê Donald Trump dirêjkirina dema vekişandina artêşa Amerîkayê ya ji Sûriyeyê heta 4 mehan dirêj kir.
Rojnameya New York Times teqez kir ku di serdana dawîn a Trump a Iraqê de, bi awayekî veşartî bi fermandarê çalakiyên leşkerî li dijî DAIŞ`ê Paul Lacamira re axiviye û behsa dirêjkirina dema vekişandina hêzên Amerîkayê kiriye. Rojnameya New York Times ev nûçeya xwe spartin du rayedarên ji rêveberiya Trump û îdîa kir ku Trump fermana paşvekişandina 30 rojan, ji bo niha rawestandiye û ji bo 4 mehan dirêj kiriye.
Rayedarên ji rojnameyê re axivîn, diyar kirin ku di serdana dawîn a Trump a Iraqê de, bi awayekî veşartî bi Korgeneralê Qomandanê Tevgera Bibiryardarî ya Erka Hevpar a Yekgirtî yê berpirsê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê Paul J. LaCamera hevdîtin kiriye û di dema hevdîtinê de dîroka vekişandinê diyar kiriye.
Trump di tweetên duh avêtin de ji bo biryarra xwe biparêze gotibû "paşvekişandinek hêdî."
Trump, di heman demê de gotibû; "Tiştên ku min li Sûriyeyê kirin, ger kesekê din bikira dê weke qehremanê netew bihata îlankirin. Pir nema ku DAIŞ bi qede. Emê hêzên xwe hêdî hêdî bişînin malbatên wan û di heman demê de em şerê xwe yê li dijî DAIŞ'ê berdewam dikin."