NAVENDA NÛÇEYAN - Eniya Piştgiriya Efrînê serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê ya li Silêmaniyê kir. Enî dê li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê konferansekê li lidar bixin û çend çalakiyên din pêk bînin.
Li Silêmaniyê şandeyek ji Eniya Piştgiriya Efrînê serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê kir. Hevserokê Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê Dr. Cewîdan Hesen û çend endamên din ên nûnertiyê, heyet pêşawazî kir. Di hevdîtinê de li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê axivîn û nirxandin kirin. Şandeya Eniya Piştgiriya Efrînê ku ji 14 kesan pêk tê, di nav de mamostayên zanîngehê, rewşenbîr, nivîskar û parlamenter jî hene. Enî dema mudaxaleyên Tirkiye li dijî Efrînê hatin destpêkirin, li Başûrê Kurdistanê hate avakirin. Endamê Eniya Piştgiriya Efrînê Cebar Mihemed têkildarî armancên eniyê agahî dan û wiha got: "Wê ev enî tenê bi Silêmaniyê re sînordar nemîne. Em ê kom bibin û kar li ser rêze çalakiyan bikin. Em ê serdana konsolosxaneya Amerîka bikin. Em ê raporekê li ser binpêkirinên dewleta Tirk ên li Efrînê pêşkêş bikin."
Cebar Mihemed, da zanîn ku biryar dane di demekî nêzîk de li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û mudaxameyên Tirkiyeyê konferansekê lidar bixin û wiha bi dawî kir: "Tişta ku li ser Rojavayê Kurdistanê pêk were, wê li ser parçeyên din jî pêk were. Ji bo mijarên konferansê em ê çend komîsyona ava bikin, da ku serdana aliyên siyasî bikin.”