DERSÎM – Li Dersîmê çanda dîrokî Gaxan ku gel bi derfetên xwe parastiye û heta îro zindî hiştiye, bi şahiyên rengîn tê pîrozkirin. Gelê Dersîmê diyar dikin ku çanda Gaxan hêza yekîtiya nava civakê ye û dixwazin vê çandê derbasî nifşên nû bikin.
Li Dersîmê pîrozbahiya Gaxan bi pîrozbahî û şahiyên cudadidome. Çanda Gaxan ku li Dersîmê li ber windabûnê ye, ji bo ku ev çand neyê ji bîr kirin ji nûve zindî dikin. Li gorî baweriya Elewiyan, tê wateya sersala nû. Gel di dawiya salê û destpêka sala nû de bi derfetên xwe hefteya Gaxan pîroz dike. Bi taybetî li herêma Dersîmê ev şahî tê pîrozkirin. Di salên borî de tenê li gundan dihat pîrozkirin. di salên dawî de li bajar û navçeyan jî tê pîrozkirin û armanc dikin ku vê candê ji nûve zindî bikin.
Gexend" ji aliyê hin gelên Mezopotamyayê ve û li herêma Dersimê tê pîrozkirin. Di hefteya sisêyan a meha Kanûnê de dest pê dike û heta hefteya ewil a meha Çileyê dewam dike. Hêla herî girîng a "Gaxendê" ew e ku ji bo di sala nû de tiştên xirab neqewimin hin rîtuel tên çêkirin. Ger navbera cînaran nebaş be li hev tên, ji bo miriyan niyaz tê belavkirin. Hin kes di vê mehê de rojiyê jî digirin. Lê Gaxand a ku wekî cejnê tê pîrozkirin ji bo jinan xwedî wateyeke cuda ye. Di vê mehê de jinên elewî û yên din tên cem hevdu û loqme û xwarinên herêmî yên bi awayekî palûteyî çêdikin bi hev re parve dikin. Beriya loqme bên belavkirin ana li ser dixwînin. Piştî vê xwarin tên parvekirin û belavkirin.
Khal, bi Kirmançkî wateya kal e. Gaxan jî navê meha Çile ye. Li herema Dersîm, Sêwas, Erzîngan, Çewlîk, Mûş û herêmên din tê pîrozkirin. Şahiya Gaxan di 21'ê Kanûnê de dest pê dike. Heta hefteya yekemîn a meha Çile berdewam dike.
MA / Semra Turan