MINBIC – Hikûmeta AKP'ê her roj gefan li Minbicê dixwe. Medya hawiz jî her roj nûçeyên aloz derbas dike. Gelên Minbicê li dijî van gefan û agahiyên şaş diyar kirin ku ew li wir in û wiha gotin: "Minbic perçeyekî Sûriye ye. Em ji meclîsên ku me bi rêve dibin û diparêzin bawer dikin. Em li vir in û natirsin."
Piştî Meclîsa Gel a Minbicê, rêveberiya Minbicê ji destê OSO û DAIŞ'ê xelas kir, hikûmeta Tirkiye her roj gefan li Minbicê dixwe. Ji ber ku Minbic nêzî Halebê ye û li dora çemê Firatê ye, dîsa ji ber gelek rêyên neteweyî û navneteweyî li vir derbas dibin, gelek hêzên neteweyî û navneteweyî li dora Minbiçê kom bûne. Di vê pêvajoya ku hikûmeta Tirkiye zêde gefan li Minbicê dixwe Ajansa Mezopotamya (MA) li nava bajar geriya û çavderiya hest û sekna gel û geşedanên li nava bajar kir. Gelê ku her roj rastî gefên Tirkiye û komên Selefî yên Radîkal tên, li dijî êrîşên pêkan seferber bûye û xwe ji bo her tiştî amade kiriye. Ji Meclîsa Leşkerî ya Bajarê Minbicê bigire heta rêveberî û meclîsa bajar, hemû welatiyên Minbicê li ser piyan amade ne. Liv û tevgera eskerî ya li ser sînor jî didome.
BAJARÊ ATARGATÎS, MINBIC
Bajarê dîrokî Minbic, li Bakûrê Sûriye wekî bajarê xwedavenda herî mezin Atargatis tê zanîn û nasîn. Dîroka bajarê Minbicê heta 5 hezar salan dirêj dibe. Minbic heta niha her çend ji aliyê Roma, Sasanî, Memluk, Makedon, Abbasî, Fatimî, Eyyûbî, Mogol, Osmanî û Fransiyan ve hatibe dagirkirin jî çand û nirxên xwe yên neteweyî parastine. Li bajar gelên Ermenî, Tirkmen, Çerkez, Çeçen, Ereb û Kurd bi hevre di nava hev de dijîn. Bajarê Minbicê ku nifûsa wî nêzî 500 hezar heye, beriya şerê Sûriye yê navxweyi ket destê OSO. Piştre ket destê DAIŞ'ê. Li ser banga gel a Minbicê, di 1'ê Hezîrana 2016'an de Melîsa Eskerî ya Minbicê hat avakirin. Di 15'ê tebaxa 2016’an de meclîsa Eskerî ya Minbicê DAÎŞ li bajar paqij kirin û rizgar kirin.
GIRÎNGIYA STRATEJÎK
Bajarê Minbicê ku li ser Çemê Firatê hatiye avakirin, di milê stratejîk de xwedî taybetiyek mezin e. di aliyê şerê navxweyî yê Sûriye de jî xwedî cihekî girîng e. Rêyên Efrîn, Şehba, Haleb, Reqqa, Kobanê, Tabqa, Cerablus û Babê devan li ser vê axê dibin yek. 40 kîlometre durî sînorê Tirkiye ye. "Mertalên Firatê" ku Tirkiye piştgiriyê dide wan jî 20 kilometre nêzî Minbicê ne.
BAJAR HER DEM RASTÎ GEFAN HAT
Bajar piştî ji destê OSO û DAIŞ'ê hat rizgarkirin gelên li herêmê bi hevre jiyan pêşve birin û yekîtiya gelan xurt kirin. Meclisa Sivîl a Minbicê hat avakirin. Piraniya Meclis ji gelên Ereb û Kurdan pêk tê. Gelên din jî li gorî nifûsa xwe di nava meclîsê de cih digirin û nûnertiya wan heye. Ji roja Minbic azad bû heta niha 2 salin di bin gefa Tirkiye de dijî.
SÎNORÊ SACURÊ
Meclîsa Eskerî ya Minbicê û sînorê "Mertalên Firat" wekî Ava Sacur hatiye diyarkirin. Li ser vê xetê gundên Ondadat, Erep Hesen, Meskenlî heye. Sivil di deriyê li Gundê Ondadatê re hem diçin Minbicê û hem jî diçin Cerablusê. Tê diyar kirin ku Tirkiye komên girêdayî xwe di rojên dawî de li ser vê xetê kom kirine. Ev komên girêdayî Tirkiye ji bo êrîşî Minbicê bike li benda destûra DYA û Rûsya ne. Tirkiye heta niha tu encamek erênî be dest nexistiye.
Li aliyê din hêzên navneteweyî ku di navbera 2 aliyan li ser Çemê Sacurê rawestiya ne, dem dem tûran davêjin. Dem bi dem balafirên koalîsyonê jî difirin. Di rojên dawî de firîna van balafiran zêde bûye.
SÎNORÊ ARÎMA
Li rojavayê bajar jî rewşek cuda heye. Li vir, ji Qesabaya Arîma ya girêdayî Babê heta gundên Ulaşli û Bogazli Eskerên Rejîmê û Meclîsa Eskerî ya Minbicê bi hevre sînor diparêzin. Di heman demê de hêzên Rûs jî li vê herêmê hene. Li vir ala Rejîma Sûriye, Cephet El Ekrad û Rusya li ba dibe.
GELÊ MINBICÊ LI QADAN E
Gelê Minbicê jî wekî çalakiyên mertalên zindî yên li Kobanê û Serêkanîyê li gundê Ereb Hesenê dest bi çalakiyên Mertalên Zindî kirin. Tirkiye ji bo Idlîb nebe rojev her dem Minbice dike rojev. Ji bo vê yekê jî car caran êrîşên tacîzê li dijî komên Gundên Meskenlî û Ereb Hesen pêk tîne. Meclîsa Eskerî ya Minbicê li gelek qadan kozikên xwe xurt dike. Medya Tirk jî her roj bi nûçeyên "operasyonê dest pê kir" agahiyên şaş dide.
LI BAJAR KARÊ RÊXISTINBUNÊ DIDOME
Li dijî êrîşên pêkan gelê Minbicê jî zend û bendên xwe badaye û amadekariyan dike. Li şûna panîkê, jiyanek asayî û zindi didome. Meclisa Sivîl kolan bi kolan, tax bi tax gel bi rêxistin dike û dixwazin ji her tiştî re amade bin. Bi sala nû re liv û tevgerek zindî li Çarşiya Girtî û derdorê wê xuya ye. Dîsa ji bo parastina bajar jî xebat tê kirin. Li nava bajar ewlehiya bajar di asta herî jor de tê parastin. Hêzên asayişê li nokteyên cuda yên bajar ewlehiya bajar diparêzin. Bi şev li hin nokteyên bajar gel û hêzên asayişê bi hevre bajar diparêzin.
MECLÎSA MINBICÊ: EM BI GELÊ XWE RE XWE JI BO PÊVAJOYÊ AMADE DIKIN
Meclisa Sivîl a Minbicê jî li dijî êrîşên pêkan seferber bûye. Li her nokteyên bajar li dijî êrîşan gel hişyar, zane û bi rêxistin dike. Her roj civînên gel pêk tînin. Hevseroka Meclîsa Sivîl a Minbicê ya Ereb Nura El Hemed, diyar kir ku wan bajar ji DAIŞ'ê rizgar kirin û wiha got: "Em hemû pêdiviyên gel pêşwazî dikin. Em xebatek bi rêxistinî û lez dimeşînin. Tirkiye ne ji niha de gefan li me dixwe. Berê jî gef li me dixwazin. Gel li dijî van gefên dawî bêtir li hev xwedî derdikevin û hev hembêz dikin. Em her dem li dijî Tirkiye xwe diparezin. Gelê Minbicê xwedî biryar û vîn e. Her her roj bi gelê xwe re civinan pêk tînin. Em nerîn û pêşniyarên wan distînin. Em bajar ji bo pêşerojê amade dikin. Gelê Sûriye dikarin pirsgirêkê çareser bikin. Meclisa Sivîl a Minbicê û Meclîsa Eskerî ya Minbicê bi hevre tev digerin. Niha li dijî navenda bajar tiştek tune ye. Bajar niha di kontrola me de ye û em bajar bi rêve dibin. Em bang dikin ku ne bi hêzên derve, bi hêzen Suriyeyî yên navxweyî pirsgirêk çareser dibin.
MINBIC NETIRSIYA
Esnafê Çarşiya Girtî ya liv û tevgera wê zêde Mistefa Hido jî diyar kir ku baweriya wan ji meclîsa eskerî tê û wiha got: "Ev gef û êrîş nikarin me têk bibin. Li kolanan binerin. Mirov li kolanan in û natirsin. Jiyan wekî her roj zindî û diherike. Gelê Minbicê netirsiya û natirse."
MA / Nazim Daştan