e-rojname bi gavek nû dest bi 2019'an kir

img

AMED - Rojnameya kurdî e-rojname ku li ser malperê weşan dikir û 6 rûpel pdf li ser malperê çap dikir, di sersala nû ya 2019'an de dest bi gavek nû kir. Rojnameyê di nivîsa xwe ya edîtor de diyar kir ku di sala nû ya 2019'an de dê tenê rûpela manşetê wekî pdf biweşinin û ji pilî wê dê hemû nûçeyên xwe germ germ li ser malperê biweşînin. 

Rojnameya e-rojname ku li ser malperê bi kurdî weşan dikir, di sala nû ya 2019'an de derbasî merhaleyek nû bû. e-rojname di nivîsa etîdor de diyar kir ku çapemeniyaazad li dijî zext û zordariyan rêwîtiya xwe ya ragihandina rastiyan didomîne û ji îro û şûnde wekî e-rojname dê hewl bidin di sala nû û serdema nû ya weşanê de bêhtir dosya, nûçeyên taybet, analîz û lêkolînan bi xwendevanên xwe re parve bikin. 
 
Nivîsa e-rojname ya edîtor wiha ye: 
 
Çapemeniya Azad li dijî zext û zordariyan rêwîtiya xwe ya ragihandina rastiyan didomîne. Rojnamegeriya kurdî ku di sala 1898’an de bi rojnameya Kurdistanê dest pê kir, di sala 1992’yan de bi rojnameya Welat dewam kir û ev rêwîtî li dijî hemû zext û zordariyan dewam dike. Piştî girtina rojnameya Welat di sala 1994’an de rojnameya Welatê Me, di sala 1996’an de rojnameya Azadiya Welat weşana xwe dewam kirin. Azadiya Welat di 15’ê tebaxa 2006’an de dest bi weşana rojane kir û di rojnamegeriya kurdî de pêngaveke girîng avêt. Di 10’emîn salvegera rojanebûna rojnameyê de ji aliyê hikûmeta AKP’ê hat girtin. Piştî wê rojnameyên Rojeva Medya û Welat weşana xwe domandin. Piştî ku ev rojname hatin girtin û ji ber zextên hikûmeta tirk matbaayan rojnameya Welat çap nekirin me bi e-rojnameyê ango bi rojnameya dîjîtal weşana xwe dewam kir. E-rojname 221 hejmar in her roj, bi rûpelên; jin, nûçe-polîtîka, cîhan, dimilkî, çand û hunerê yanê bi giştî 6 rûpelan me xwe gihand hemû hezkiriyên zimanê kurdî.
 
Di vê rêwîtiya heqîqetê de mebesta me ew e ku em bi zimanê dayikê rastiyan ji gelê xwe re ragihînin. Du armancên me bingehîn hene, ya yekemîn em li dijî polîtîkayên pişaftinê zimanê xwe biparêzin û armanca duyemîn jî rastiyan belav bikin. Em dixwazin xwendevanên xwe têkildarî mijarekê de agahdar bikin; wekî e-rojname em ê edî wekî pdf tenê rûpela yekemîn amade bikin. Rûpelên din dê wekî pdf neyên amadekirin û em ê bêhtir li ser weşana înternetê rawestin. Wekî e-rojname em ê hewl bidin di sala nû û serdema nû ya weşanê de bêhtir dosya, nûçeyên taybet, analîz û lêkolînan bi xwendevanên xwe re parve bikin. Em hevîdar in ku di qada înternet û medyaya civakî de kurdî bêhtir geş bibe û bêhtir bê xwendin.
 
Her xwendin û tikandina nivîseke kurdî dê ji neyarên zimanê kurdî re bibe bersiva herî xweş. Em li her derê kurdî biaxivin, kurdî binivîsin û bi kurdî bixwînin. Sersala we hemûyan pîroz be! 

Sernavên din

02/01/2019
12:30 Yuksekdag: Tecrîd ne pirsgirêka Kurd e, pirsgirêka Tirkiyeyê ye
12:22 Wezaretê tezmîneta dabû gardiyenan ji girtiyan xwest
11:35 Pirsa ‘hûn çima ketin greva birçîbûnê’ ji siyasetmedarên dibin çavan de kirin
11:25 Derbasbûna Pira Osmangazî ji sedî 45 zem kirin
11:01 Kesê ku polîs lê digirin di medya civakî deye
11:01 Li Filîpînan 85 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:04 Ahmet Turk ê 5 sal berê bi Ocalan re hevdîtin kir: Ji bo şikandina tecrîdê pêwistî bi bertekên xurt heye
09:16 Ji ber li korîdorê dayîna dermanan qebûl nekir, mehek e nikare dermanan bi kar bîne
09:15 ‘Meaş hat zêdekirin lê bi qasî zema hatiye kirin du qat jî dîstînin'
09:14 Li dijî tecrîdê ketibû grevê: Heta ku Serok li zindanê be berxwedan jî berdewam e
09:14 43 rojin li dijî tecrîdê di grevê de deye: Ocalan wijdanê mirovahiyê temsîl dike
09:13 Lawje li Mêrdîn, Amed û Êlihê konsertan li dar dixe
09:12 Teatra Jiyana Nû: Em ê di 2019’an li pêşberî temaşevanên xwe bin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2019'AN
01/01/2019
16:39 Lêpirsîn li pankarta ku navê Selahattin Demirtaş lê hebû vekirin
16:03 Parêzerên Demîrtaş serî li AYM'ê dan
15:45 Êrîşî qereqola sînor hat kirin: Leşkerek birîndar bû
15:34 Berdevka Pentagonê jî îstîfa kir
15:18 Rêveberiya Girtîgeha Wanê Pirtûka Musa Anter desteser kir
15:03 Parlementerê HDP’ê Zeydan jî li dijî tecrîdê test bi çalakiyê kir
14:29 Li Girtîgeha Kirikkale name li girtiyan qedexe kirin
12:48 NYT: Trump dema vekişandina ji Sûriyê dirêj kir
12:47 Eniya Piştgiriya Efrînê ket nava hewldanan
12:18 Daxwaza hevdîtina parêzerên Ocalan hat redkirin
11:38 Çanda dîrokî ya Dersîmê: Gaxan
11:14 Gelên Minbicê: Em li vir in natirsin
09:46 e-rojname bi gavek nû dest bi 2019'an kir
09:23 Li Mêrdînê bi tangan tûr avêtin
09:22 Li Cizîr û Sîlopiyê bi drone êrîşî qereqolan kirin
09:22 Karkerên fabriqeya plastîkê: Kes hawara me nabihîze
09:20 Der barê rêvebirinên baroyê yên berê de lêpirsîna 301'ê
09:19 Girtiya nexweşîna çolyak lê peyda bûye: Nanê biglûten didin min
09:19 Midûrê girtîgehê: Ez ê şidetê bi kar bînim
09:18 Bernameya meha Çileyê ya Şanoya Bajêr a Amedê
09:17 Şaredariya DBP'î ji bo avakirne 5 parkan 500 hezar tl, lê qeyûm ji bo rastkirinê 6 milyon tl xerc kir
09:16 'Li Rihayê rojê herî kêm 2 zarok tên îstismarkirin'
09:15 'Bila dawî li tecrîdê bê, aştî pêk bê'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2019'AN
31/12/2018
19:32 'Akademiya Rêveberiyên Heremî ya Şîrîn Tekelî' dest pê dike
18:50 Guven: 2019 dê bibe sala berxwedanê
16:45 KCD'ê peyama sersalê da
15:46 Demîrtaş: Alternatîfek din heye, ew jî Ocalan e
15:11 Ji Înîsiyatifa Girtigehan a Greva Birçîbûnê ya Marmara banga hestiyariyê
15:10 Hatimogullari: Dixwazin bi binçavkirinan hilbijartinê bi dest bixin
13:56 Leyla Guven: Çi ji destê kê tê divê bike
13:11 KESK: Em medya lînç û nifrînê naxwazin
13:01 HDP'ê peyama sersalê da: Dê zalîm têk biçin
12:52 Koma 4’emîn greva birçîbûnê ya 10 rojan dewr girt
12:39 Piştî ji Moskova vala vegeriya heviyên xwe bi Washingtonê ve girê da
12:06 Karneya çapemeyiyê ya 2018’an a Tirkiyeyê
10:58 Pirtûkên kurdî mohra xwe li salê dan: 230 pirtûk hatine çapkirin
10:38 Li Girtîgeha Bandirma îdîaya derb kirin
10:22 Senatorê DYA’ya Graham: Em şer dinava Kurd û Tirkan de naxwazin
09:46 Israra dadgehê û xemsariya girtîgehê Akbaba kuşt!
09:39 Li Antakyayê cenazeyê jinekê hat dîtin
09:31 Li Girtîgeha Gîresûnê koma 4'emîn grev dewir girt
09:10 Bavê girtiyê çalakger: Em bibin dengê berxwedêran
09:09 Li Îmraliyê keyfiyeta hikûqê: Ne 14'ê îlonê 19'ê Cotmehê
09:08 Parêzerê malbata Sakçi: Ji bo ser cînayet bigirin, biryara ‘nepenî' dan
09:07 Komira Walîtiya Edene belav kir welatiyan jahrînî dike
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2018'AN
30/12/2018
21:30 Dozger parast ku Akbaba rojek piştî danişînê jiyana xwe ji dest daye
Belgeya mirina Akbaba jî serdozger derewand
21:10 Li 23 girtîgehan 91 girtiyên siyasî di greva bêdawî û bêdorveger de ne
17:16 Temellî: Divê me mil bidin vê berxwedanê
16:27 Karkerên Balafirgeha 3’yemîn tecrûbeyên têkoşîna xwe parve kirin
15:43 Li Dîlokê rageşiya Sûriyeyiyan: 3 kes hatin binçavkirin
15:38 Li Edenê kesên piştgirî dan Guven hatin binçavkirin
14:18 Li Wanê kedkarên tenduristiyê yên hat kuştin bi bîr anîn
13:51 Polîsan ji jina 70 salîre gotin: Agahî bide me, nexwe dê ji bo ne baş be
12:02 SES'ê xizmetkarê tenduristiyê Yural ê li Cizîrê hat kuştin, li ser gora wî bibîr anîn
11:28 Li Fîlîpînê lehî rabû: 36 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:03 HDP bi sindoqan namzetên xwe diyar dike
11:01 Reqayî ji bo Kobanê bûn mertal
10:27 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: Pir kes hatin binçavkirin
10:17 Sala 2018'an bû sala wêrankirina xweza û ekolojiyê
10:00 Piştî mir dadgehê biryara berdana wî da
09:14 Wekî yên din kiryarên wî jî nehatin dîtin
09:13 Jina gef lê tê xwarin: Ma gere ez bimirim?
09:10 Di sala nû de kovareke nû: Komun
09:09 Ocalan: AYM'ê hiqûqa li Îmraliyê tê sepandin tescîl kir
09:07 Dayikên Aştiyê: Ji tecrîdê re 'êdî bes e'
09:06 Demîr: Divê Stenbolê bê xelaskirin û ji nû ve bê avakirin
09:04 Di salekê de 11 caran avêtin ser mala wî
09:01 Dest vala vedigerin malê
09:00 ROJEVA 30'YÊ KANÛNA 2018'AN
29/12/2018
18:17 Temîzyuzê HDP'î hat berdan
16:47 Jinên li Amedê Navenda Jinê ya Rosa vekir, çalakiya Leyla Guven slav kirin
16:31 Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Dêrazorê di erîşê de jiyana xwe ji dest da
15:54 Di hefteya dawiya salê de bal kişandin ser girtiyên nexweş
14:54 Girtiya nexweş Başdaş: Ez ê li vir bimirim
14:35 'Qatil qet nehatin cezakirin'
14:05 Hevdîtina dawî ya 2018’an: Em hêvî dikin ku windahiyên xwe bibînin
14:03 Temellî: Ji bo aramiya Tirkiyeyê daxwaza Leyla Guven zelal e
13:54 Ji malbatek Sûriyeyî 4 zarok di xanî de şewitîn
12:47 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Sûrê de girt
12:29 Girtîyekê li Manîsa dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir
12:08 Girtiyên nexweş di danişîna dozê de jiyana xwe ji dest da
11:50 MA li Minbicê ye: El Ekrad û rejîm bi hev re sînorên Minbicê diparêz e
11:19 Seroka Giştî ya ESP’ê Çîçek Otlu jî dest bi greva birçîbûnê kir
10:29 Sala 2019'an dê bibe sala jinan