MÊRDÎN – Li nava bajarê Mêrdînê TIR'ên ku tangên TSK'ê bar kiribûn, bi dehan caran li kolanen bajar tûr avêtin.
Di saetên dawî yên sala 2018'an de li kolanên navenda Mêrdînê liv û tevgera leşkerî zêde bal kişand ser xwe. TIR’ên ku tangên TSK'ê bar kiribûn bi dehan caran li nava kolanên bajar tûr avêtin. Welatiyen ku ji bo sersalê pîroz bikin daketin kolanan ev liv û tevgera eskerî ya bi tangan bi matmayî temaşe kirin. Nehat zanîn ku çima tang li nava bajar gerandin. Hin welatiyan bertek nîşan dan û gotin “Dixwazin hêza xwe nişanî me bidin" û nerazîbûn nişan dan.