ŞIRNEX - Li navçeyên Cizîr û Sîlopiyê li dijî hin qereqolan şev nîvê şevê bi droneyan êrîşên bombeyî pêk hatin.
Li navçeyên Cizîr û Sîlopiyê yên Şirnexê şevê din li dijî hin qereqolan bi droneyan êrîşên bombeyî pêk hatin. Li navçeya Cizîrê li dijî Fermandariya Cendirmeyan a Cizîrê û li Sîlopî jî li dijî Kişlmeya Ercument Turkmen bi droneyên bombebarkirî êrîş pêk hatin. Der barê encama êrîşên bombeyî yên bi drone tu agahiyên şênber nehatin bi destxistin. Çavkaniyên fermî jî heta niha tu daxuyanî nedan.