KOCAELÎ – Karkerên Fabrîqeya Plastîkan a Gebzeyê, ji ber krîza aborî nikarin debara xwe bikin. Ji karkeran Yener Asker, bertek nîşanî bêdengiya rayedaran da û wiha got: "Kes hawar û qerîna me nabihîze. Ma dê heta kengî ji bêrîka karkeran bidizin?" Karker Serkan Koçbaş jî wiha got: "Dibêjin Tirkiye mezin dibe. Lê em çima vê mezinbûnê nabînin?"
Karkerên ku di Fabrîqeya Plastîkan a Gebzeya Kocaelî de kar dikin, di nava şert û mercên giran û bi heqê erzan kar dikin. Karkerên ku bi heqê kêm kar dikin ji ber krîza aborî nikarin debara xwe bikin. Karkeran anîn ziman ku ji ber krîza aborî her tişt ji sedî sed zem bûye û êdî nikarin debara xwe bikin. Ji karkerên fabrîqeyê Yener Asker ku li fabrîqeyê hilberina siniyan dike, diyar kir ku 14 salin vî karî dike û wiha got: "Ev kar hêsan xuya dibe. Lê rastiya kar ne wisa ye. "Hem zanebûnê dixwaze û hem jî kareki pir hûrgulî û hunerê dixwaze. Em 8 saetan li ser piyan kar dikin. Hem zahmet û hem jî bi stres e."
‘HEMÛ BAR AVÊTIN SER PIŞTA KARKERAN'
Asker, da zanîn ku di nava şertên dijwar û giran de kar dikin û wiha axivî: "Meaşê ku em distînin têra me nake. Heri dawî heqê herî kêm 2 hezar û 20 TL diyar kirin. Lê ew qas pere nagêje destê me. Ev pere têrea malbatek 4 kesan nake. Disa em zarokan dişînin dibistanê. Tenê lêçûna dibistanê 640 tl ye. Dîsa heqê xwarin, vexwarin, av, ceyran, kira heye. Em hemû pereyan li fatûreyan xerç dikin. Êdî di van şertan de debar pir dijwar e û nayê kirin. Lê pêdiviya mirovan ji aramiyê heye. Di van şertan de mirov nikare aram bijî. Di qanalên televîzyonan de her tişt wekî gul û gulistanê tê xuyakirin. Lê ne wisa ye. Hemû bar û pirsgirêka vî welatî li ser pişta karkeran e. Em di nava qeyrana aborî de dijîn, lê kes qerîn û hawara me nabihîze. Ji hilbijartinê re 3 meh man. Dê dîsa dakevin qadan û mirovan bixapînin."
'HÛN DÊ HETA KENGÎ JI KARKERAN BIDIZIN?'
Akser, da zanîn ku endamtiya sendîkayî mafekî zagonî ye û wiha bi dawî kir: "Ji ber astengiyan karker bi dizî dibin endamên sendîkayan. Gelek fabrîqe hene, lê hêjmara sendîkayên karkeran pir kêm in. Karkerên li ber xwe didin hene. Karker li mafê xwe digerin. Dixwazin heqê ked û xwîdana xwe bistînin. Mirovên doza mafê ked û nanê xwe dikin rastî astengiyan tên. Dixwazin me bi tiştên biçûk razi bikin. Dibêjin me çi da we şikir bikin. Ma em biçin diziyê bikin an em biçin mirovan bikujin? Di 16 salên dawî de ji bo mafê karkeran tu zagon nehatin pêşxistin. Bila serokomar li qisûrê nenere. Diziya herî mezin ew dikin. Ji keda karkeran didize. Ma hûn dê bi diziya ji kedê heta ku biçin? Dewlet her dem li pişt zengînan e û li ser keda xizanan rûdinê."
HER TIŞT DUQAT ZEM BÛYE
Karker Serkan Koçbaş ku 14 salin di fabrîqeyê de kar dike jî diyar kir ku heqê keda xwe nastînin û wiha got: "10 salin ez zewicî me. Zarokek min heye. Tişta berê min bi 1 tl dikirî, niha ez bi 2 tl dikirim. Berê min li bazarê bi 50 tl pêdiviyên xwe temîn dikir, lê niha nikarim bi 100 tl temîn bikim. Dolar daket lê zem daneket. Ger ku Tirkiye mezin dibe çima em nabinin. Em êdî nikarin goşt bixwin. Êdî em nikarin bi heqê herî kêm debara xwe bikin. Yên vê pergalê biguherin em in."
HER TIŞT JI SEDÎ 70 ZEM BÛYE
Karker Dursun Ozkaya jî anî ziman ku her tişt ji sedî 70 zem bûye û wiha got: "Me berê bezê zarokan bi 30-40 tl dikirî. Niha em bi 100 tl dikirin. Em bi 100 tl ji bazarê fêkî û team dikirin di rojekê de xelas dibe. Em fatûreya xaza xwezayî, av, ceyranê 500 tl didin. Ji 3 paran parek meaşê me li wir diçe. Kîra jî heye. Meaş têra me nake. Em her dem di bin deynan de dijîn. Her meh em dikevin bin deynan. Zem li ser zemê tê. Divê heqê herî kêm herî kêm 2 hezar û 700 tl be. Tu carî hikûmet li gorî mafê karkeran gavan navêje. "
Karker Rifat Gulî jî anî ziman ku di nava şret û mercên pir dijwar de debara xwe dike û wiha got: “Meaşê me têra me nake. Hevalên me yên karker întîhar dikin. Her ku diçe ked erzan dibe û mirov nikare pêdiviyên xwe pêk bînin. Her ku diçe mirov xizan dibe. Her rojê 2-3 kes dimirin."
MA / Necla Demir