AMED - Der barê serokê berê û rêvebirin Baroya Amedê de di çarçovye a maddeya 301'ê de lêpirsîn hat destpêkirinç Rêveberê baroyê yê berê Nîhat Eren der barê vê yekê de got: "Baroya Amedê bi lêpirsînin wisa tu carî bi paş ve gav navêje. Wê li hemberî binpêkirinên mafan tim bitêkoşe."
Di demên dawî de ji ber daxuyaniyên ji aliyê parêzeran ve tên dayîn, der barê parêzeran de lêpirsîn tên destpêkirin û doz tên vekirinç Herî dawî der barê serokê baroya Amedê yê berê û rêvebirên wê de di çarçoveya maddeya 301'ê "Bi awayekî aşkere kêmxistina gel, sazî û dewleta tirk" lêpirsîn hat vekirin. Li ser giliyeke bi rêya Navenda Ragihandinê ya Serokwezîrtiyê (BÎMER), Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji Wezareta Dadê xwest der barê Serokê Baroya Amedê yê berê Ahmet Ozmen, endamên Desteya Rêvebir a baroyê Mahsûn Bati, Nûrşîn Ûysal, Cîhan Ulsen, Sertaç Bûlûttekîn, Mûhammet Neşet Gîrasûn, Serhat Eren, Îmran Gokdere, Velat Alan, Ahmet Dag û Nahît Eren de lêpirsîn bê destpêkirin û wezaretê jî destûr da.
Lêpirsîn ji ber daxuyaniyên baroyê yên di sala 2016 û 2018'an ên der barê "tehcîra ermenan", cezayê pereyî yê ji ber peyva "Kurdistan" li Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr hatibû birîn û mirina 2 sivîlên li Colemêrgê bi SÎHA'yan hatin kuştin de hat destpêkirin.
'BAROYA AMEDÊ WÊ BI PAŞ VE GAV NAVÊJE'
Endamê Desteya Rêvebir ê Baroya Amedê yê berê Nahît Eren, destnîşan kir ku Baroya Amedê der barê binpêkirinên mafan ên li herêmê de xwedî helwestekê ye û got: "Helwesta Baroya Amedê zelal e. Binpêkirina mafan ji aliyê kê hatibe kirin bila hatibe kirin ferq nake, helwesta Baroya Amedê helwesta xwe nîşan daye. Loma Baroya Amedê bedêlên giran da. Tu carî tawîz ji vê helwesta xwe nedaye. Û wê bi lêpirsînên bi vî rengî jî tu carî bi paş ve gav navêje, wê li hemberî binpêkirinên mafan de jî tim bitêkoşe."
‘ME FIKRA XWE DAXUYAND'
Nahît Eren, diyar kir ku di fezlekeya der barê wan de hatiye şandin de 3 bûyer hene û got: "Yek ji evana, daxuyaniya Baroya Amedê ya der barê peyva "Ez ji Kurdistanê hatim" ku parlementerê HDP'ê Osman Baydemîr li meclîsê di axaftineke xwe de got û cezayê pereyî lê hat birîn." Eren, bilêv kir ku wan der barê vê yekê de fikra xwe daxuyandiye, lê belê di fezlekeyê de ji ber peyva Kurdistan baroya me hatiye tawanbarkirin.
Eren, da zanîn ku ya din jî daxuyaniya wan a der barê tehcîra ermenan de ye û ji ber wan di daxuyaniya de êşa gelê ermen parve kiriye hatine tawanbakirin. Eren, diyar kir ku ya sêyemîn jî daxuyaniya wan a der barê kuştina 2 sivîlên di 2017'an de li Colemêrgê bi SÎHA'yan hatin kuştin. Eren, bilêv kir ku ew tevî baroyên Colemêrg û Wanê çûne herêma Kanîreşê ya Colemêrgê ya êrîş lê pêk hat û li wir çavdêriyên kirine wekî rapor amade kirine, lê belê ev yek jî wekî sûc hatiye hesibandin.
'WEZARETÊ JÎ YEK LÊ ZÊDE KIR'
Eren, destnîşan kir ku di lêpirsîna li Amedê hatiye destpêkirin de 3 tişt wekî sûc hatine hesibandin, lê belê paşê Wezareta Dadê sûceke din jî lê zêde kiriye. Eren got: "Me ev yek di fezlekeyan û nîvsa destûrê ya wezaretê de dît. A rast wexta Serdozgeriya Komarê ya Amedê destûrê ji wezaretê dixwaze, destûra der barê rapora Colemêrgê di fezlekeyê de cih nagire. Lê belê wezaret bi awayekî wê daxuyaniya me jî daxilî vê yekê dike û dişîne."
Eren, diyar kir ku lê belê wê baroya Amedê tu carî ji helwesta xwe tawîz nede û got: "Di hebûn, hêz, nasakirina navnetewî û nasnameya Baroya Amedê de têkoşîna li hemberî binpêkirinan de heye. Em ê tu carî ji vê yekê tawiz nedin. Dibe ev bibe cihê nerihetiyan, lê wê Baroya Amedê tu carî ji nasnameya xwe û têkoşîna xwe tawiz nede."
'SOSYAL MEDYADADAN TEHDİTLER YAPILIYOR'
Eren, ji bo lêpirsîna di çarçoveya maddeya 301'ê de jî got: "Li Tirkiyeyê bandora dozên di çarçoveya maddeya 301'ê de tên vekirin heye. Hrant Dînk jî bi vê maddeyê hat darizandin. Paşê bi awayekî bi sûîqastekê hat kuştin. Sedema ku bi taybetî ji 301'ê tê vekirin ew e ku saziyên navborî hedef bên nîşandan. Li ser medyaya civakî di vê der barê de pir parvekirin tên kirin û tim gef tên xwarin." Eren, destnîşan kir ku di raporeke Baroya Amedê de çawa çêdibe "netew, dewlet û saziyên tirk tên kêmxistin" û got: "Nirxandina an jî tespîtkirina rewşekê çawa dibe ku wekî kêmxistinê bê dîtin. Di dema pêvajoya çareseriyê de Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan di komcivîna meclîsê de dibêje: 'LI qeydên emclîsê binerin. Li qeydên osmaniyan binerin, belê ew der Kurdistan e.' Lê ji ber niha Osman Baydemîr ev yek bilêv kir, wekî sûc hat hesibandin. Me jî ev yek wekî şermekê dît. Lê belê em hedefnîşandana Baroya Amedê ya ji aliyê rayedarên dewletê qebûl nakin. Divê dev ji vê nêzîkatiyê bê berdan."