EDENE - Li Girtîgeha Kayseriyê Merve Aydogan a nexweşîna çolyak (zikvalayî) lê peyda bûye, diyar kir ku ji ber nanê biglûten didinê hefteyeke nikare xwarinê bixwe. Malbatê ji bo rewşa Aydoganê bang kir û xwest bê tedawîkirin.
Li Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê girtiya nexweş Merve Aydogan ku nexweşîna çolyak (zikvalayî) lê peyda bûye, bi rêya malbata xwe ragihand ku hefteyeke nikare xwarinê bixwe. Xwişka wê Şukran Aydogan ji bo rewşa xiwşka xwe bang kir û xwest bê tedawîkirin.
‘TENDURISTIYA MIN NEBAŞ E'
Şukran Aydogan, anî ziman ku xwişka wê ji sala 2016'an ve girtiye û bi nexweşîna çolyakê ketiye. Aydogan, destnîşan kir ku divê xwişka wê xwarinên biglûten nexwe lê belê girtîgeh xwarina biglûten didê. Aydogan, da zanîn ku xwişka wê di 31'ê Kanûna 2018'an de lê geriyaye û gotiye: "Nanê biglûten didin min. Ji ber vê hefteyeke nikarim xwarinê bixwim. Nanê didin ê genim e û hevîrî ye. Nikarim bixwim. Niha tenduristiya min qet nebaş e. Ev nan li girtîgehên vekirî tê çêkirin. Ji bo vê min daxwazname ji îdareyê re nivîsand. Lê tiştek jê derneket."
Aydogan, bilêv kir ku di vê der barê de ew li îdareya girtîgehê geriyane û îdareyê ji wan re gotiye: "Prisgirêk ji ber nan e. Xwişka te jî daxwazname daye. Ev nan li girtîgeha vekirî tê çêkirin. Ji bo ev rewş bê sererastkirin me ragihand." Aydogan, destnîşan kir ku lê belê her diçe rewşa xwişka wê xirabtir dibe û di rapora 16'ê Hezîrana 2018'an a Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mêrsînê de hatiye diyarkirin ku her diçe rewşa xwişka wê girantir dibe.
'BILA BÊ TEDAWÎKIRIN'
Aydogan, xwest xwişka wê bê tedawîkirin û xwarinên neglûten bidinê û got: "Xwişka min ji ber xwarinên biglûten ber bi mirinê ve diçe. Rapora wê heye, lê dîsa jî xwarinên diyetê nadinê. Divê xwişka min careke din bibin nexweşxaneyê û bê tedawîkirin. Em dixwazin xwişka me bê tedawîkirin."