BÛRSA - Li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê, girtiyê nexweş Îdrîs Başaran diyar kir ku midûrê duyemîn ê girtîgehê gef li wan xwarine û gotiye: "Bi taybetî min şandin vir. Erka min heye. Ez ê şidetê jî bi kar bînim."
Li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê 12 girtiyan di 27'ê Kanûna 2018'an de dest bi çalakiya bêdem-bêdorveger kir. Girtiyan ragihand ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê ew ketine greva birçîbûnê. Her wiha ji ber kirinên wî, girtiyan giliyê midûrê duyemîn ê girtîgehê Mesût Altintaş kir. Girtiyan di daxwaznameya xwe ya gilîkirinê de bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên ji aliyê Altintaş ve tên kirin.
'AMÛRÊN WAN NADIN'
Di daxwaznameya îmzeya girtiyê nexweş Îdrîs Başaran li binî ye de, hat diyarkirin ku heta niha girtîgehê tu daxwazên wan bi cih neaniye. Başaran di daxwaznameyê de bilêv kir ku ew bi awayekî dijwar tên tecrîdkirin û got: "Li gorî giştînameyê mafê me yê çalakiyên spor û sohbetê cih negirtine. Her wiha raporên hevalên me yên nexweş bi kêfî tên piştguhkirin. Di giştînameyê de tê gotin ku ji ber tenduristiyê amûrên li cem xwe digerînim pêdivî bi rapora bijîşk heye. Lê belê her çend rapora min heye jî ev yek nayê kirin. Ev rapor li cem hevalên me yên nexweş hene, lê belê bi kêfî tên piştguhkirin. Ev nêzîkatî bûne sedema ku hevalên me yên nexweş ên li cem me bi tayê bikevin."
SÎNORDARKIRINA PIRTÛKAN
Başaran, destnîşan kir ku rojnameya Yenî Yaşamê nadin wan û hejmara pirtûkan jî hatiye sînordarkirin. Başaran got: "Rojnameya Yenî Yaşamê rojnameyeke qanûnî ye lê belê nadin me. Wexta pirtûk ji me re tên û her çend der barê wan de biryara berhevkirinê tune ye jî, dîsa bi bi awayekî kêfî nadin me. Her wiha hejmara pirtûkan bi 5'an hatiye sînordarkirin. Nahêlin em bi hevalên xwe yên li qawîşê wêneyan bikişînin. Wexta van daxwazên xwe tînim ziman jî tiştek nayê kirin. Her wiha heqaretê li nasnameya me dikin û ji ber vê êrîş dikin."
‘MA EZ WE TÊXIM QAWÎŞA TECAWIZKARAN'
Başaran got: "Midûrê duyemîn ê girtîgehê Mesût Altintaş di dema hevdîtinan de diqîre û heqaretê li me dike. Tim wisa dike. Bi taybetî jî ji ber em kurd in û girtiyên siyasî ne ji me re dibêje 'biçin îsyan bikin, hûn çi dikin bikin jixwe hûn 30 kes in.' Dibêje 'Bi taybetî min şandin vir. Erka min heye. Ez ê şidetê jî bi kar bînim. Bicehime.' Heman kes berê jî gotibû 'Heta ez li vir bim ez ê tiştekî nedim we. Çi dikin bikin.' Midûrê din jî bi dijminane nêzî me dibe. Berê heqaret li hevalên me kiribû û gotibû 'ma ez we têxim qawîşa tecawizkaran.' Her wiha hin karmend jî tevî midûrê duyemîn bi dijiminane nêzî me dibin. Bi taybetî jî mdiûrê duyemîn mesût Altintaş, di her hevdîtinê de bi avêtina daxwaznameyan dixwaze me tehrîk bike. Heta niha me hewl dida em bi diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Em wisa nêz dibûn. Ji bo pirsgirêk rû nedin em bi xwînsarî tev digeriyan. Lê belê liv û tevgerên vî midûrê navborî êdî derketiye asta binpêkirina rûmetê. Berê jî me pirsgirêkên bi vî rengî ragihandibûn îdareyê, lê belê tu tişt neguherîbû û heman rewşa dewam dikir. Em van nêzîkatiyan qebûl nakin. Wê ev nêzîkatî bibe sedema kûrbûna pirsgirêkê. Çalakiya greva birçîbûnê yên berê û ya niha jî ji ber van sedeman e."
Têkildarî mijarê em li girtîgehê geriyan, lê belê hat diyarkirin ku midûrên girtîgehê naxwazin biaxivin.