RIHA - Hevşaredarê Wêranşarê Emrûllah Cîn yê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, destnîşan kir ku qeyûmê Şaredariya Wêranşarê di salekê de 27 milyon û 979 hezar û 852 lîre pere xerc kiriye û got: "Me bi 500 hezar lîreyî 5 park çêkirin, lê belê qeyûm bi 6 milyona lîre pere derdora parkên hatine çêkirin sererast dike. Ev ne xizmet e, rasterast dewlemendkirina alîgiran e."
Qeyûmê tayînî Şaredariya Wêranşar a Rihayê hat kirin, di bin navê xizmetê de gelek pere xerc kirin û alîgiran dewlemend kir. Di rapora di malpera şaredariyê de hat weşandin û ji ber hilbijartin nêz bû hat rakirin de, hatibû diyarkirin ku tenê ji bo sererastkirina derdora parkên ji aliyê şaredariya DBP'î ve hatibûn çêkirin 6 milyon û 474 hezar lîre pere hatiye xerckirin û ji bo rêyên taxên navendê jî 12 milyon û 190 hezar û 255 hezar pere hatiye xerckirin. Di heman raporê de ji bo projeyên “Asırlık çınarlarımızın gül yüzleri gülsün projesi”, “Hoş geldin bebek projesi”, “Güle güle Mehmedim projesi”, “Bir yastıkta Bir ömür Projesi” û “Biz Anadolu’yuz projesi” milyon û 440 hezar û 410 lîre pere û ji bo projeya detsekkirina perwredehiyê jî milyon û 419 hezar û 323 lîre pere ji budçeya şaredariyê hatibû diyarkirin.
NE PARK, TENÊ SERERASTKIRINA DERDORA WAN
Qeyûm li cihê xeraca navçeyan a berê ji bo parka "şehîdên 15'Ê Tîrmehê" 672 hezar û 600 lîre pere xerc kir û ji bo Parka Meşê ya Wêranşarê ku ji aliyê şaredariya DBP'î ve hatibû çêkirin 450 hezar û ji bo sererastkirina wê jî 100 hezar pere xerc kir.
Qeyûm di 10'ê Çileya 2017'an de tayînî Şaredariya Wêranşarê hat kirin û ji wê rojê heta niha 27 milyon û 979 hezar û 852 lîre pere ji budçeya şaredariyê xerc kiriye:
"* Ji bo asfalt, kevirên parkeyî, xebatên rê yên stabîlîze 12 milyon û 190 hezar û 255 lîre hat xerckirin.
* Ji bo park û qadên hêşîn 6 milyon û 474 hezar lîre hat xerckirin.
* Ji bo projeyên 'Güle güle Mehmedim projesi', 'Asker ailelerine nakdi yardım', 'Asırlık çınarlarımızın gül yüzleri gülsün projesi', 'Hoş geldin bebek projesi', 'Bir yastıkta bir ömür projesi' û 'Biz Anadolu'yuz projesi' bi giştî milyon û 440 hezar û 410 lîre hat xerckirin.
* Di bin navê piştgiriya ji bo perwerdehiyê de ji bo Komeleya Onder a têkiliya wê bi AKP'ê re heye milyon û 419 hezar û 323 lîre hat xerckirin.
* Ji bo xaliyên mizgeft û malên şînê 420 hezar û 906 lîre, ji bo 24 klîmayên malên şînê 124 hezar û 579 lîre, ji bo sedrên heman malên şînê 222 hezar û 595 lîr, ji bo çîmento, qûm û brîketên mizgeftan 799 hezar û 260 lîre, ji bo amûrên deng û sandalyeyên mizgeftan 45 hezar û 400 lîre, ji bo ronahî û paqijkirina mizgeftan 91 hezar û 600 lîre, ji bo qurseke Qur'anê hezar lîre; bi giştî ji bo mizgeft û malên şînê milyon û 804 lîre pere hat xerckirin.
* Ji bo dermankirina mehê carekê dihat kirin milyon û 537 hezar lîre hat xerckirin.
* Ji bo meha Remzan û Muharremê 266 hezar û 359 lîre hat xerckirin.
* 150 hezar lîre hîbeyî qulûbên sporê hat kirin.
* Ji bo makîneyên kar, wesayîtên çopê yn şaredariyê 2 milyon û 685 hezar û 449 lîre pere hat xerckirin.
'XIZMETA JI BO ALÎGIRAN'
Hevşaredarê Wêranşarê Emrûllah Cîn ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin anî ziman ku qeyûm qaseya şaredariyê vala kiriye û got: "Me bi 500 hezar lîreyî 5 park çêkirin, lê belê qeyûm bi 6 milyona lîre pere derdora parkên hatine çêkirin sererast dike. Me sererastkirina rê û derdorê bi pereyekî kêm çêdikir, lê belê qeyûm bi 12 milyon lîreyî çêkiriye lê dîsa jî rewşa rêyan ne tu rewş e." Cîn, destnîşan kir ku alîkariyên ji bo alîgiran hatine kirin jî wekî xizmet hatiye nişandan û got: "Şaredariyek ne mecbûr e pere bide mizgeftan an jî zarokên helbestan ji ber dikin. Qeyûm ev yek jî wekî xizmet nîşan dane. Ev ne xizmet e, rasterast dewlemendkirina alîgiran e."
MA / Erdogan Alayumat