WAN - Waniyan diyar kir ku ew piştgiriyê didin çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê û gotin: "Daxwaza wê daxwaza me ye. Bila dawî li tecrîdê bê, aştî çêbibe."
Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Paarlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 55'an de didome. Her wiha bi heman daxwazê li girtîgehan çalakiya girtiyên PKK û PAJK'î jî didome. Waniyan bilêv kirin ku ew piştgiriyê didin çalakiya girtiyan û gotin divê dawî li tecrîdê bê.
‘DAXWAZÊN DEMOKRATÎK IN'
Fîkret Dûman, destnîşan kir ku Leyla Guven ji bo dawî li tecrîdkirina Ocalan bê dest bi greva birçîbûnê kiriye. Dûman, bilêv kir ku daxwaza Guvenê daxwaza wan e jî û ew li cem Guvenê ne. Dûman xwest dawî li tecrîdkirina Ocalan bê û got: "Divê dawî li tecrîdê bê. Bi rastî jî ger doza demokrasiyê dikin, divê daxwazên kesên di greva birçîbûnê de pêk bên. Daxwazên wan demokratîk in. Divê demildest pêk bên."
Recep Demîr jî, destnîşan kir ku ew heta dawiyê piştgiriyê didin çalakiya Guvenê û bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya 2013-2015'an. Demîr got: "Di pêvajoya çareseriyê de herkes aram bû. Lê dîsa jî dawiya dawî wê aştî çêbibe. Divê gel baş bifikire û her tiştî bibîne. Kî tiştên qirêj bike divê wan bisekinîne."
Metîn Sulun jî bilêv kir ku tecrîd pêkanîneke derî mirovahiyê ye û Guven jî li dijî vê pêkanînê dest bi greva birçîbûnê kiriye. Sulun got: "3 sal in Ocalan nikare hevdîtinê bi malbata xwe û parêzerên xwe re çêbike. Ev tecrîd sûc e. Loma girtiyên siyasî li dijî wê dest bi greva birçîbûnê kirine. Dawazên wan demokratîk in. Divê pêk bên."
‘BILA DAWÎ LI TECRÎDÊ BÊ, AŞTÎ ÇÊBIBE'
Mehmet Emîn Eşûrt jî diyar kir ku AKP bi gotinên îslamî siyasetê dike, lê belê di rastiyê de ne wisa ye. Eşûrt Peymana Medîneyê bi bîr xist û got: "Em li Peymana Medîneyê binerin. Di wir de edalet heye. Jixwe re dibêjin em misliman in. Lê belê ev yek di partîka wan de tune ye. Li devereke ku edalet lê tune be, helbet wê bi awayekî mafdar çalakiyên greva birçîbûnê çêbibin."
Eşûr, diyar kir ku ew nû ji girtîgehê derketiye û bal kişand ser zetx û zoriyên li se rgirtiyên siyasî. Eşûrt bang li gelê Wanê kir û got: "Divê gelê Wanê li cem edalet, hiqûq û wijdan cihê xwe bigire. Divê em dawî li vê zilmê bînin. Divê dawî li tecrîdê bê, aştî pêk bê."