* Waniyan diyar kir ku ew piştgiriyê didin çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê û gotin: "Daxwaza wê daxwaza me ye. Bila dawî li tecrîdê bê, aştî çêbibe."
* Parêzer Nahîde Polat Aslan, anî ziman ku li Rihayê her roj herî kêm 2 zarok ji ber îstismarkirina cinsî tînin ÇÎM'ê. Polat, da zanîn ku di asasê xwe de ev hejmar zêdetir e, lê belê malbat ji ber sedemên civakiyî û zarok jî ji ber tirsa malbatan xwe li bêdengiyê datînin.
* Hevşaredarê Wêranşarê Emrûllah Cîn yê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, destnîşan kir ku qeyûmê Şaredariya Wêranşarê di salekê de 27 milyon û 979 hezar û 852 lîre pere xerc kiriye û got: "Me bi 500 hezar lîreyî 5 park çêkirin, lê belê qeyûm bi 6 milyona lîre pere derdora parkên hatine çêkirin sererast dike. Ev ne xizmet e, rasterast dewlemendkirina alîgiran e."
* Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Çileyê daxuyand.
* Karkerên Fabrîqeya Plastîkan a Gebzeyê, ji ber krîza aborî nikarin debara xwe bikin. Ji karkeran Yener Asker, bertek nîşanî bêdengiya rayedaran da û wiha got: "Kes hawar û qerîna me nabihîze. Ma dê heta kengî ji bêrîka karkeran bidizin?" Karker Serkan Koçbaş jî wiha got: "Dibêjin Tirkiye mezin dibe. Lê em çima vê mezinbûnê nabînin?"
* Li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê, girtiyê nexweş Îdrîs Başaran diyar kir ku midûrê duyemîn ê girtîgehê gef li wan xwarine û gotiye: "Bi taybetî min şandin vir. Erka min heye. Ez ê şidetê jî bi kar bînim."
* Li Girtîgeha Kayseriyê Merve Aydogan a nexweşîna çolyak (zikvalayî) lê peyda bûye, diyar kir ku ji ber nanê biglûten didinê hefteyeke nikare xwarinê bixwe. Malbatê ji bo rewşa Aydoganê bang kir û xwest bê tedawîkirin.
* Der barê serokê berê û rêvebirin Baroya Amedê de di çarçovye a maddeya 301'ê de lêpirsîn hat destpêkirinç Rêveberê baroyê yê berê Nîhat Eren der barê vê yekê de got: "Baroya Amedê bi lêpirsînin wisa tu carî bi paş ve gav navêje. Wê li hemberî binpêkirinên mafan tim bitêkoşe."
* Înîsiyatifa Girtîgehan a Çalakiyên Grevê ya Marmarayê bi armanca balê bikişine ser çalakiya grevê ya 94 girtiyên ku li 24 girtîgehan ku bê dawî û bê dorveger dane destpêkirin dê li pêş Girtîgeha Jinan a Gebze daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)
* Karkerê şaredariya Zeytinburnu Kenan Gungordu û Omer Aşik ji kar hatine avêtin dê li pêş avahiya Şaredariya Zeytinburnu daxuyaniyê bide çapemeniyê. (15.00)