STENBOL - Komeleya Piştgiriya Namzetên Jin (Ka.Der) û Zanîngeha Gedîk a Stenbolê bi hevre di 5'ê Çile de dest bi Akademiya Rêveberiyên Herêmî ya Şîrîn Tekelî dikin.
Komeleya Piştgiriya Namzetên Jin (Ka.Der) û Zanîngeha Gedîk a Stenbolê, bi armanca hişyarî û biferqilînin, bi hevre di 5'ê Çile de dest bi Akademiya Rêveberiyên Herêmî ya Şîrîn Tekelî dikin. Akademiya ku di 5'ê Çile de dest pê bike dê di 26'ê Çile de bi dawi bibe. Akademî her Çarşem dê saet di navbera 17.30-21.00'an de û her Şemî saet di 13.00-17.30'an de dê li Wargeha Zanîngeha Gedîkê ya Kartalê li ser rêveberiyên herêmî jinan perwerde bikin.
Armanca Akedimê wiha ye:
"* Li gel nerînên cuda yên siyasî, tevlêbûna jinê ya siyasetê û para jinê ya tevlêbûna rêveberiyên herêmî zêde bike.
* Di rêveberiyên herêmî de rêjeya jinan a di qada rêveberiyên herêmî de zêde bike.
* Hawizê namzetên jin ên çalak û ji partiyên cuda yên siyasî ava bike.
* Têkilî û ragihandina di navbera jinan ên ji parityên cuda xurt bike.
* Jinan di qada siyasetê de bêtir çalak bike û rêjeyê zêde bike. Jinan di siyasetê de bi hêz bike. Jinan bike xwedî cerebe û zanîn.
* Di jinên beşdarî Akademîyê dibe de ferqa siyaset, zayendiya jinê û zayendiya civakî ferqilînê avabike.
Bernameya Akademiyê wiha ye:
"* Jinana siyasî ya Tirkiyeyê
* Di pêvajoya Yekîtiya Ewropa de rol û girîngiya Rêveberiyên Herêmî
* Rêveberiyên herêmî û polîtîkayên civakî
* Wekheviya Zayendiya Civakî û Rêveberiyên Herêmî
* Li Cîhanê û Tirkiyeyê Tevgerên Jinan
* Di Rêveberiya Herêmî de Rêberiya Stratejik
* Rêberî
* Stratejiyên Hilbijartinê
* Tundiya li dijî jinê û milê Hiqûqê ya Gerdûnî
* Ceribîn û Parvekirin (Keyayên Jin, Şaredar û Endamên Meclîsê..."