Demîrtaş: Alternatîfek din heye, ew jî Ocalan e

  • rojane
  • 15:46 31 Kanûn 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş darbarê daxwaz û çalakiya Leyla Guven a di roja 54'emîn berdewam dike de ji Rojnameya Yenî Yaşamê re nivîs nivîsand û got "Dem dema dengdayîna banga Leyla Guven e. Pêşengtiya damezirandina aştiyê tiştek cudaye. Bêyî Ocalan nabe û hew."  

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê yê berê Selahattîn Demîrtaş li ser daxwaz û çalakiya Leyla Guven a di roja 54'emîn berdewam dike, ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ji Rojnameya Yenî Yaşamê re nivîs nivîsand.
 
Demîrtaş bi bîr xist, ku Leyla Guven 54 roj in di greva birçîbûnê de ye û wiha got: "Tevî ku hatiye hilbijartin û bûye parlamenter, bi rengekî ne qanûnî li Girtîgeha Amedê dîl tê girtin. Birêz Guven bi daxwazeke rewa û mafdar dest bi greva birçîbûnê kiriye."
 
Demîrtaş diyar kir, helwesta Guven beriya her tiştî helwesteke bi rûmet û cihê rêzdariyê ye û wiha pêde çû: "Ji bo parastina mafê jiyanê yê hevala xwe, ya ku dikeve ser milê me ew e ku bi xurtî û biryardarî li pişt daxwaza wê ya mafdar bisekinin û bikin ku tavilê encam bi dest bikeve."
 
ÇI DIKARE BÊ KIRIN?
 
Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin ku Guven balê dikişîne ser şert û mercên li Îmraliyê ku bingeha zext û zordariya heyî ye û wiha dewam kir: "Birêz Ocalan, bi taybetî di pêvajoya çareseriyê de bi nêzîkatiyên xwe yên aştiyane, bi pêşniyarên xwe yên maqûl û îradeya xwe ya ji dil, kir ku civaka Tirkiyeyê pê bawer û piştrast be. Lê belê ji ber pêvajoya hate têkbirin û serdemên giran ên piştî wê rû dan, ev hemû hatin jibîrkirin. Ya ku dive ser milê siyaseta demokratîk, civaka sivîl, çapemenî û gelê me ew e ku bi rê û rêbazên rast, bi ziman û uslûbekî di cih de vê yekê bînin bîra raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê.
 
Yanî divê baş were vegotin bê daxwaza Birêz Leyla Guven çima girîng e, çima ne tenê meseleya wê ye, çima meseleya welatiyên ji Derya Reş heta Egeyê, ji Marmarayê heta Rojhilat û Akdenîzê ye. Ji bo vê jî girîng e kampanyayên berfireh bên plankirin û hemû derfet bên bikaranîn."
 
Demîrtaş li gel civîn, semîner û konferansan her wiha pêşniyar kir ku rapor û broşur li ser rola Birêz Ocalan a dema bihurî ya erênî de bêna madekirin û rêbazên encamgir û bi bandor werin bikaranîn.
 
'RÊYA HERÎ RAST, OCALAN E'
 
Demîrtaş bi bîr xist, çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven di heman demê de derfetên pêngaveke nû jî bi xwe re tîne û wiha dewam kir: "Desthilatdariya AKP-MHP'ê li ser Sûriye û Rojava atmosfereke welê diafirîne, mîna ku ji bilî destwerdana leşkerî û şer alternatîfeke din nîne. Li dijî vê nêzîkatiyê divê em bi dengekî bilind bêjin, 'Nexêr, alternatîfeke din jî heye. Rêya herî maqûl û rast, Birêz Ocalan e."
 
Demîrtaş anî ziman, Ocalan di Pêvajoya Aştiyê ya Îmraliyê de ya 2013'an hemû dibetî, gef û metirsî dît û li Rojhilata Navîn pêşniyara yekîtiyeke stratejîk û aştiya Tirk-Kurd a nû pêşniyar kir. Demîrtaş got, "Eger pêşniyarên wî yên rast û maqûl li ber çavan bihatina girtin, ne li hundir, ne jî li derve ewqasî êş nedihatin kişandin.
 
Niha nîqaş li ser wê tê kirin ku li şûna DYE'yê kîjan hêz wê bi cih bibe. Ev yek çareseriyeke mayinde bi xwe re nîne. Eger li wê derê valahiyek derkeve, divê tifaqa gelan a stratejîk wê valahiyê dagire."
 
'DEM DEMA WÊ YE'
 
Demîrtaş ragihand, dem hatiye ku guh bidin dengê Leyla Guven, li ser bingeha vê daxwazê pêngavek bê destpêkirin û siyaseta vê bê meşandin. Demîrtaş got, "Dewlet û hikumet ji me baştir dizane bê hêza siyasî ya Birêz Ocalan çi ye. Ji xwe sedema tecrîdê jî ev e. Wê çaxê divê mirov xwe teslîmî zîhniyeta şerxwaz, siyaseta fetisandin û dîlgirtinê nekin."
 
'BÊYÎ OCALAN NABE, Û HEW'
 
Selahattîn Demîrtaş di dawiya nivîsa xwe de bal kişand ser van xalan: "Herî dawî mirov dikare bê gotin: Çima Ocalan, çima ne yekî din? Wê çaxê ji wan re bêjin: Aştî bi lîderiyên damezrîner, di nava pêvajoyên dîrokî de ava dibin. Li nava gel û siyasetê, li nava hevsengiyên hêzê yên navneteweyî bersiva xwe hene. Ne kes dikare vê rastiyê jinedîtî ve bê, ne jî biguherîne. Hewldana afirandina alternatîfa lîderiyên bi vî rengî, hewldaneke pûç e. Dişibe wê yekê ku ji bo li kêleka Agirî çiyayekî din ê Agirî bê çêkirin, îhale ji TOKÎ re were dayin. Ji xwe Birêz Ocalan ji ber lêgerînên xwe yên aştiyê yên jis ala 1993'an û vir ve didomîne, xwedî danehevî, tecrûbe û ji dil e. Pirsgirêke ew e ku divê pêşhikum bên hilweşandin û li şûna wê aqil bikeve dewrê. Em, yanî rêxistinên siyasî HDP, HDK, KCD, DBP, di avakirina aştiyê de dikarin bi rola xwe rabin. Lê belê lîderê damezrîner ê aştiyê tiştekî din e. Ji ber vê yekê, bêyî Ocalan nabe û hew."

Sernavên din

02/01/2019
12:30 Yuksekdag: Tecrîd ne pirsgirêka Kurd e, pirsgirêka Tirkiyeyê ye
12:22 Wezaretê tezmîneta dabû gardiyenan ji girtiyan xwest
11:35 Pirsa ‘hûn çima ketin greva birçîbûnê’ ji siyasetmedarên dibin çavan de kirin
11:25 Derbasbûna Pira Osmangazî ji sedî 45 zem kirin
11:01 Kesê ku polîs lê digirin di medya civakî deye
11:01 Li Filîpînan 85 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:04 Ahmet Turk ê 5 sal berê bi Ocalan re hevdîtin kir: Ji bo şikandina tecrîdê pêwistî bi bertekên xurt heye
09:16 Ji ber li korîdorê dayîna dermanan qebûl nekir, mehek e nikare dermanan bi kar bîne
09:15 ‘Meaş hat zêdekirin lê bi qasî zema hatiye kirin du qat jî dîstînin'
09:14 Li dijî tecrîdê ketibû grevê: Heta ku Serok li zindanê be berxwedan jî berdewam e
09:14 43 rojin li dijî tecrîdê di grevê de deye: Ocalan wijdanê mirovahiyê temsîl dike
09:13 Lawje li Mêrdîn, Amed û Êlihê konsertan li dar dixe
09:12 Teatra Jiyana Nû: Em ê di 2019’an li pêşberî temaşevanên xwe bin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2019'AN
01/01/2019
16:39 Lêpirsîn li pankarta ku navê Selahattin Demirtaş lê hebû vekirin
16:03 Parêzerên Demîrtaş serî li AYM'ê dan
15:45 Êrîşî qereqola sînor hat kirin: Leşkerek birîndar bû
15:34 Berdevka Pentagonê jî îstîfa kir
15:18 Rêveberiya Girtîgeha Wanê Pirtûka Musa Anter desteser kir
15:03 Parlementerê HDP’ê Zeydan jî li dijî tecrîdê test bi çalakiyê kir
14:29 Li Girtîgeha Kirikkale name li girtiyan qedexe kirin
12:48 NYT: Trump dema vekişandina ji Sûriyê dirêj kir
12:47 Eniya Piştgiriya Efrînê ket nava hewldanan
12:18 Daxwaza hevdîtina parêzerên Ocalan hat redkirin
11:38 Çanda dîrokî ya Dersîmê: Gaxan
11:14 Gelên Minbicê: Em li vir in natirsin
09:46 e-rojname bi gavek nû dest bi 2019'an kir
09:23 Li Mêrdînê bi tangan tûr avêtin
09:22 Li Cizîr û Sîlopiyê bi drone êrîşî qereqolan kirin
09:22 Karkerên fabriqeya plastîkê: Kes hawara me nabihîze
09:20 Der barê rêvebirinên baroyê yên berê de lêpirsîna 301'ê
09:19 Girtiya nexweşîna çolyak lê peyda bûye: Nanê biglûten didin min
09:19 Midûrê girtîgehê: Ez ê şidetê bi kar bînim
09:18 Bernameya meha Çileyê ya Şanoya Bajêr a Amedê
09:17 Şaredariya DBP'î ji bo avakirne 5 parkan 500 hezar tl, lê qeyûm ji bo rastkirinê 6 milyon tl xerc kir
09:16 'Li Rihayê rojê herî kêm 2 zarok tên îstismarkirin'
09:15 'Bila dawî li tecrîdê bê, aştî pêk bê'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2019'AN
31/12/2018
19:32 'Akademiya Rêveberiyên Heremî ya Şîrîn Tekelî' dest pê dike
18:50 Guven: 2019 dê bibe sala berxwedanê
16:45 KCD'ê peyama sersalê da
15:46 Demîrtaş: Alternatîfek din heye, ew jî Ocalan e
15:11 Ji Înîsiyatifa Girtigehan a Greva Birçîbûnê ya Marmara banga hestiyariyê
15:10 Hatimogullari: Dixwazin bi binçavkirinan hilbijartinê bi dest bixin
13:56 Leyla Guven: Çi ji destê kê tê divê bike
13:11 KESK: Em medya lînç û nifrînê naxwazin
13:01 HDP'ê peyama sersalê da: Dê zalîm têk biçin
12:52 Koma 4’emîn greva birçîbûnê ya 10 rojan dewr girt
12:39 Piştî ji Moskova vala vegeriya heviyên xwe bi Washingtonê ve girê da
12:06 Karneya çapemeyiyê ya 2018’an a Tirkiyeyê
10:58 Pirtûkên kurdî mohra xwe li salê dan: 230 pirtûk hatine çapkirin
10:38 Li Girtîgeha Bandirma îdîaya derb kirin
10:22 Senatorê DYA’ya Graham: Em şer dinava Kurd û Tirkan de naxwazin
09:46 Israra dadgehê û xemsariya girtîgehê Akbaba kuşt!
09:39 Li Antakyayê cenazeyê jinekê hat dîtin
09:31 Li Girtîgeha Gîresûnê koma 4'emîn grev dewir girt
09:10 Bavê girtiyê çalakger: Em bibin dengê berxwedêran
09:09 Li Îmraliyê keyfiyeta hikûqê: Ne 14'ê îlonê 19'ê Cotmehê
09:08 Parêzerê malbata Sakçi: Ji bo ser cînayet bigirin, biryara ‘nepenî' dan
09:07 Komira Walîtiya Edene belav kir welatiyan jahrînî dike
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2018'AN
30/12/2018
21:30 Dozger parast ku Akbaba rojek piştî danişînê jiyana xwe ji dest daye
Belgeya mirina Akbaba jî serdozger derewand
21:10 Li 23 girtîgehan 91 girtiyên siyasî di greva bêdawî û bêdorveger de ne
17:16 Temellî: Divê me mil bidin vê berxwedanê
16:27 Karkerên Balafirgeha 3’yemîn tecrûbeyên têkoşîna xwe parve kirin
15:43 Li Dîlokê rageşiya Sûriyeyiyan: 3 kes hatin binçavkirin
15:38 Li Edenê kesên piştgirî dan Guven hatin binçavkirin
14:18 Li Wanê kedkarên tenduristiyê yên hat kuştin bi bîr anîn
13:51 Polîsan ji jina 70 salîre gotin: Agahî bide me, nexwe dê ji bo ne baş be
12:02 SES'ê xizmetkarê tenduristiyê Yural ê li Cizîrê hat kuştin, li ser gora wî bibîr anîn
11:28 Li Fîlîpînê lehî rabû: 36 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:03 HDP bi sindoqan namzetên xwe diyar dike
11:01 Reqayî ji bo Kobanê bûn mertal
10:27 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: Pir kes hatin binçavkirin
10:17 Sala 2018'an bû sala wêrankirina xweza û ekolojiyê
10:00 Piştî mir dadgehê biryara berdana wî da
09:14 Wekî yên din kiryarên wî jî nehatin dîtin
09:13 Jina gef lê tê xwarin: Ma gere ez bimirim?
09:10 Di sala nû de kovareke nû: Komun
09:09 Ocalan: AYM'ê hiqûqa li Îmraliyê tê sepandin tescîl kir
09:07 Dayikên Aştiyê: Ji tecrîdê re 'êdî bes e'
09:06 Demîr: Divê Stenbolê bê xelaskirin û ji nû ve bê avakirin
09:04 Di salekê de 11 caran avêtin ser mala wî
09:01 Dest vala vedigerin malê
09:00 ROJEVA 30'YÊ KANÛNA 2018'AN
29/12/2018
18:17 Temîzyuzê HDP'î hat berdan
16:47 Jinên li Amedê Navenda Jinê ya Rosa vekir, çalakiya Leyla Guven slav kirin
16:31 Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Dêrazorê di erîşê de jiyana xwe ji dest da
15:54 Di hefteya dawiya salê de bal kişandin ser girtiyên nexweş
14:54 Girtiya nexweş Başdaş: Ez ê li vir bimirim
14:35 'Qatil qet nehatin cezakirin'
14:05 Hevdîtina dawî ya 2018’an: Em hêvî dikin ku windahiyên xwe bibînin
14:03 Temellî: Ji bo aramiya Tirkiyeyê daxwaza Leyla Guven zelal e
13:54 Ji malbatek Sûriyeyî 4 zarok di xanî de şewitîn
12:47 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Sûrê de girt
12:29 Girtîyekê li Manîsa dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir
12:08 Girtiyên nexweş di danişîna dozê de jiyana xwe ji dest da
11:50 MA li Minbicê ye: El Ekrad û rejîm bi hev re sînorên Minbicê diparêz e
11:19 Seroka Giştî ya ESP’ê Çîçek Otlu jî dest bi greva birçîbûnê kir
10:29 Sala 2019'an dê bibe sala jinan