AMED - Koma 4’emîn, greva birçîbûnê ya bêdem û dorvegar a 10 rojan a di 27’ê Mijdarê de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin, dewr girt.
Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di roja 54'an de berdewam dike. Çalakiya girtiyên siyasî ku di 27'ê Mijdarê de dest pê kiribû, bi koma 4'emîn berdewam dike. Li 23 girtîgehan, çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a 91 girtiyan berdewam dike û li 117 girtîgehan jî koma 4’emîn greva birçîbûnê ya bêdem û dorvegar a 10 rojan a di 27’ê Mijdarê de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin, dewr girt.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Oltu jî, di 10’ê Kanûnê de dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan kiribûn û çalakiya wan berdewam dike. Li girtîgehê koma 3’yemîn dest bi grevê kir û dinava her komê de 10 girtî hene.
DI 5’Ê ÇILE DE KOMA NÛ DÊ DESTPÊ BIKE
Hat diyar kirin ku li girtîgehên Bandirma, Alanya, Kayserî, Tarsûs, Tokat, Curnê Reş û Sîweregê jî girtiyên siyasî dê di 5’ê Çile de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin.