IDLÎB - Hikûmeta AKP'ê û siyaseta Enqere ku encama dixwest ji hevdîtinên Moskova negirt, tê diyar kirin ku ji wê “Idlibê paqij bike û vala bike" tê xwestin. Rêveberiya Tirkiye ku encam ji Moskova negirt vê carê heviyên xwe bi hevdîtina 8'ê Çile ya Washingtonê ve girê da. Tê diyar kirin ku di sala 2019'an de Tirkiye gav bi gav ji Sûriye vekişe.
Şerê li Sûriye bi hevsengiyên nû û merhaleyek nû dikeve sala 2019'an. Piştî DYA diyar kir ku hêza xwe vedikişîne, hevdîtinên di nava aktorên li ser vê axê zêde bûn. Di vê pêvajoyê nayê zanîn ku hevdîtinên aktoran dê çawa bi encam bibe. Lê her yek ji bo hesabê xwe nêzîk dibin. Tê payîn ku sala 2019’an geşedanên nû rû bidin û geşedanên li Idlibê mohra xwe lê bide. Devê din jî hêzên Rejîmê Başûrê Idlibê û çoltara Lazkiye bombe kirin.
Hikûmeta Tirkiye ji bo Idlib nebe rojev rewşa Minbicê dike rojev. Rejîma Sûriye jî diyar kir ku ew dê bi Meclisa Leşkerî ya Minbicê sînorê xwe biparêze. Rejîma Sûriye ji bo parastina herêmê esker şandin qesebeya Arima ya Babê. Rusya jî j bo vê geşedanê wekî pêşketinek erênî nirxand. Rusya û Rejîma Sûriye bi van helwestên xwe sekna xwe ya 2019'an aşkere kir. Heyeta ku nûnerên parastin, karên derve û îstîxbaratê yên Tirkiye pêk tên, roja dîtir li Moskova bi rayedarên Rûsya re hevdîtin kirin û vala vegeriyan. Hat diyar kirin ku di rojeva Rûsya de Idlib hebû. Tirkiye ku hevî di Rûsya de nedît, berê xwe dide DYA'yê.
TIRKIYE JI RÛSYA VALA VEGERIYA
Tirkiye ku komên selefî û radîqal li ser axa Idlib, Efrîn, Bab, Cerablus û Ezazê û nava sînorê Minbic û Cerablusê kom kirin, her roj bi gef û gurê “Operasyona li dijî Minbicê" xwe dike rojev. Dixwaze bi van nûçeyan rojevê çêke. Tirkiye ku bi vî rengî dixwaze koman li ser vê axê girê bide, lê aciziya Tirkiye ya esasî ewe ku Rejîma Sûriye bi Meclîsa Eskerî ya Minbicê vê axê biparêzin. Ji ber ku cihê eskerê rejîmê lê ye, Tirkiye nikare operasyonê lê pêk bîne bêzar dibe. Tirkiye ji bo vê astengiyê ji pêşiya xwe rake berê xwe da Moskova lê vala vegeriya. Li ser vê yekê hat diyar kirin ku Tirkiye ji bo operasyonê ket nava lêgerînên nû. Rêveberiya Enqere ku li hemberi Rûsya hemû îmkanên xwe bikar anîn, vê carê berê xxwe dide DYA. Tirkiye dê di 8'ê Çile de biçe Washingtonê û xwe bavê je DYA. Tê diyar kirin ku Tirkiye dê li ser rewşa Minbic bi axive. Di destê DYA de jî rewşa Idlibê heye. Tê gotin ku di nava DYA û Rûsya de li hevkirinek heye.
Hat zanîn ku di hevditina Moskova de Tirkiye xwest li Idlibê paşve vekişe û li hemberî vê yekê têkeve Minbiçê. Tirkiye xwest li hemberî Idlibê 3 kilometre têkeve bakurê Minbiçê. Tirkiye armanc dike ku li xeta Minbic-Bab û Halepê rêveberiyê bide Rejîmê û rêveberiya Minbicê belav bike. Dixwaze navê kesên ku tê gotin bi PKK'ê tê nasîn li wir tasfiye bike. Her çend Tirkiye heyeta ku daxwazên Rus-Turk-OSO pêk bîne, pêşniyar bike jî Rûsya erênî li van daxwazan nanere. Tê diyar kirin ku daxwaza Rûsya Tirkiye ji Idlib vekişe u wir paqij bike. Tê zanin ku helwesta Rûsya piştî hevdîtina Tirkiye û DYA ya 8'ê Çile pêk bê dê zelal bibe. Rûsya ji bo Idlib dixwaze li gorî peymana Îstanbul tev bigere û komên radîkal ji herêmê paqij bike. Rûsya dixwaze Rojavayê Firatê ku ji herêma Cerablus, Ezaz, Îdlîb, Bab, Efrinê pêk tê gav bi gav vala bike û paşve vekişe. Tê payin ku di demên pêş de Rûsya bêtir Idlibê bike rojev û bombekirina herêma Lazkiye jî nîşaneya vê yekê ye. Tirkiye ji ji bo Îdlib nebe rojev Minbiçê dike rojev. Tirkiye ku nêzî DYA dibe, li Rojavayê Firatê di navbera Rûsya û Îranê de halek çawa bistîne mijara meraqê ye.
Tirkiye jî armanc dike ku komên rolîqal û selefî li dora Minbicê kom bike. Dixwaze ji Firate heta sinorê Iraqê bi vê koma selefî û radikal bendekê ava bike. Tê diyar kirin ku ev qet ji Minbic, Tabqa, Rakka û heta Dêra Zorê dirêj dibe. Dixwaze bi vê yekê hem rê li pêş kurdan û hem jî rê li pêş rejîmê bigire. Ev daxwazên Tirkiye ne li gorî daxwazên DYA, Rusya, Îran, Erebîstana Siûdî û Suriye ye.
MA / Nazim Daştan