AMED - Li Tirkiyeyê 173 rojnameger girtin e. Di sala 2018’an de rojnamegerek hat kuştin, 142 hatin binçavkirin, 66 hatin girtin, 520 hatin darizandin û cezayê girtîgehê li 112 rojnamegeran hat birîn. Berdevkên OGÎ û PGKM’ê, diyar kirin ku Tirkiye ji bo rojnamegeran veguheriye zindanê.
Li tevahiya cîhanê herî zêde rojnameger li Tirkiyeyê girtin e. Li Tirkiyeyê, ji bo rojnamegeran sala 2018’an weke sala zextan, girtin, qedexe, sansur, gef, binçavkirin û îşkenceya derûnî derbas bû. Di 28’ê Adara 2018 de qeyûm tayînê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun hatin kirin. Rojnameya Welat jî ku yekane weşana xwe bi Kurdî dikir û li welat yekane rojnameya Kurdîbû ji ber zextan çepxane nedît ku were derxistin. Ligel vê yekê jî rojnameyên Welat û Ozgurlukçu Demokrasî di 8’ê Tîrmeha 2018’an de bi biryara KHK’ê hatin girtin.
Di rewşa niha de li Tirkiyeyê 173 rojnameger girtin e. Di sala 2018’an de rojnamegerek hat kuştin, 142 hatin binçavkirin, 66 hatin girtin, 520 hatin darizandin û cezayê girtîgehê li 112 rojnamegeran hat birîn.
Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya Ayşe Guney û Berdevkê Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (OGÎ) Hakki Boltan, derbarê pirsgirêkên rojnamegeran di sala 2018’an de jiyana ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn.
DANE ENCAMA ZEXTANE
Berdevkê OGI Hakki Boltan, diyar kir ku binpêkirinên mafan ên di hemberî rojnamegean li holêne û wiha axivî: “Li ser rojnamegerên mûxalîf zextên pir mezin hene. Bi tirsê dixwazin, rojnamegeran dest ji nivîsandinê, civak ronîkirin û rastî vegotinê berdin. Herî zêde li Tirkiyeyê rojnameger girtîne. Rojnamegerên îsal derbarê wan de doz hatin vekirin, qet ji korîdarên edliyê kêm nebûn. Tirkiye ji bo rojnamegeran vegûherî zindanê. Rojnamegerên erka wan nûçe çêkirin û ragihandin bû, îsal tim hatin darizandin û ceza kirin.”
‘ROJNAMEGER TIM HATIN TEHDÎTKIRIN’
Boltan, da zanîn ku medya mûxalîf ji bo ku li ser uyduyê weşanê bike nikare frekansan bigire û wiha got: “Dîsan ji ber zeman kaxiz nayê kirin û her roja diçe çapemeniya nivîskî tê girtin. Dîsan li ser rojnamegeran gefên mezin hene. Rojnamegerên ligel hemû zor û zehmetiyan xebatên xwe birêve dibin, dibin gefa her roj dibe ku bên girtin û ji cihê xwe bibin dene. Rojnamegerên gotina ‘Paşayê min her bijî’ qebûl nakin, darê darazê tim li ser serê wan diheje. Çi dibe bila bibe emê dîsan xebatên xwe yên rojnamegeriyê berdewam bikin û em bang li hemû hempişeyên xwe dikin ku bibin yek û bi hevre van êrîş û zextan bişkînin.”
JINÊN ROJNAMEGER JÎ RASTÎ GEFAN TÊN
Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamaya Ayşe Guney jî, diyar kir ku beşên herê cesûr ên sala 2018’an rojnamegerên jin bûn û wiha axivî: “Piştî rakirina OHAL’ê, daraz bû amûrê cezakirinê. Hewl hat dayîn ku mafê azadiya raman û çapemeniyê ji holê bê rakirin û rojnamegerên ev mafên xwe bi kar anîn, hatin binçavkirin, girtin û tehdît kirin. Rojnamegerên jin tim di hedefa êrîşan debûn. Rojnamegerên bi israr nûçeyên rastî nivîsandin, tim rastî zext, êrîş, gef û girtinan hatin. Li gel vê yekê jî jinên rojnameger xebatên girîng birêve birin.”
‘EMÊ TIM ŞOPA HEQÎQE BIŞOPÎNIN’
Guney, da zanîn ku xwedî derketina rojnamegerên girtî, di heman demê de xwedî derketina rastiyane û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Tirkiyeyê mafê ramanê û çapemeniyê dibin piyan de hatiye hiştin. Hikûmet bi polîtîkayên faşîzane, pêkanên ‘yek tîpî’ dixwaze pêş bixe û bi van pêkanînan êrîşî çapemeniya azad dike, mafê gel ê nûçe girtinê asteng dike û hewl dide bi nûçeyên derew hafizeya civakê jê bibe. Çapemeniyê azad tim li dijî êrîşên li ser civakê ye. Em jinên rojnameger jî, yên ji kevneşopiya çapemeniya azad hatine, li hemberî vê tabloya heyî, emê tim şopa heqîqetê bişopînin. Emê tim rastiyan binivîsin û ji civakê re ragihînin. Emê li dijî hemû zextan derbikevin û bibin dengê jinan ên dinava civakê de.”