AMED - Hat diyar kirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Bandirma gardiyenan girtî derb kirine.
Girtî Omer Dûrû Demîr ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Bandirma dimîne, di 28’ê Kanûnê de bi telefonê bi malbata xwe re hevdîtin kir û tiştên li girtîgehê dijîn vegot. Demîr, diyar kir ku bi dest pêkirina çalakiyên grevên birçîbûnê re li girtîgehê binpêkirinên mafan jî pir zêde bûne. Demîr, di hevdîtina bi malbata xwe re kirî de ev tişt gotin: “Piştî hevdîna telefonê ya roja 20’ê Kanûnê, gardiyenan dest pêkê bi devkî em tacîz kirin û dûre em derb kirin. 3 girtî ji ber lêdanê, ji cihên xwe yên cuda birîndar bûn. Bi taybetî piştî çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ên li dijî tecrîdê destpêkirin, binpêkirin jî zêde bûn. Di girtîgehê mafê me yê sporê û aktîvîteyên me yên civakî asteng dikin. Em tim rastî zextên fîzîkî û derûnî yên gardiyenan tên.”
‘BILA LI GIRTÎGEHÊ LÊKOLÎN BÊKIRIN’
Demîr, da zanîn ku girtiyan dernaxin revîrê û wiha bilêv kir: “Rayedarên girtîgehê girtiyên nexweş sewqî nexweşxanê nakin. Em bang dikin ku parêzer bên girtiyan bibînin û saziyên mafên mirovan li girtîgehê lêkolîn bikin.”