WASHÎNGTON - Senatorê DYA’ya Lîndsey Graham, di daxuyaniya piştî hevdîtina bi Trûmp re kir de wiha got: “Di vê cîhanê de tişta herî dawî em bixwazin şerê dinava Kurd û Tirkan deye. Ev rewş dê zextên li ser DAIŞ’ê kêm bike û ya herî girîng jî dê Îran di rewşeke wiha de qezenc bike.”
Senatorê Komarparêz Lîndsey Graham ê li Qesra Spî bi Serokê DYA’yê Donald Trûmp re hevdîtinek pêk anî, derbarê vekişîna ji Sûriyeyê de daxuyaniyên girîng da. Graham, diyar kir ku rêveberiya DYA biryara vekişandinê ji nûde dinirxîne û got: “Berî hevdîtinê min ji Trûmp xwest ku paşve vekişandinê giran bike.”
‘BU SEDEM KU BAŞ HÎS BIKIM’
Graham, di daxuyaniya piştî hevdîtinê kir de ev tişt gotin: “Hin tiştên min ne dizanî ji min re hatin gotin û ev bû sedem ez baş hîs bikim ku em li Sûriyeyê çawan pêş dikevin. Serok Trûmp bawer dike ku dema em ji Sûriyeyê vekişin wê demê dê DAIŞ tune bibe. Niha bi aqilane em tevdigerin û mijarê ji kûrde digirin dest. Niha em di rewşek rawestayî dene û Serok armanca dike ku ew çawan hîn baştir karibin paşve vekişini. Ji ber vê em vekişandinê ji nû de dinirxînin. Dê di hefteyên peşberî me de her tişt zelaltir bibe.”
‘EM BI BIRYARIN KU PEVÇÛN DERNEKVIN’
Senator Graham, da zanîn ku di hevdîtina wan de YPG jî mijara rojevê bû û wiha bilêv kir: “Trûmp bi biryara ku dinava YPG û Tirkiyeyê şer dernekeve. Ji bo ku pevçûnek wiha rû nede, ji bo ewlekariyê ‘herêmek tampon’ tê nirxandin. Dema kes tunebûn Kurd ligel me bûn û Serok jî rewşa wan dizane û di ferqa rewşa wan deye. Trûmp dê bi Tirkiyeyê bi axive û derbarê herêma tampon a pêdiviya wan pê heyî de, wê bawerî bide. Di vê cîhanê de tişta herî dawî em bixwazin şerê dinava Kurd û Tirkan de ye. Ev rewş dê zextên li ser DAIŞ’ê kêm bike û ya herî girîng jî dê Îran di rewşeke wiha de qezenc bike.”