MÊRDÎN – Parêzerê girtiyê 70 salî Îbrahîm Akbaba yê di 28'ê Kanûnê de li salona dadgehê dema bi SEGBÎS'ê beşdarî danişînê bû krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da Seyîthan Baday, diyar kir ku ısrara dadgehê û xemsariya girtîgehê Akbaba kuşt.
Girtiyê 70 salî Îbrahîm Akbaba ku bi nexweşiya giran bû û ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê di 28'ê Kanûnê de li salona dadgehê dema bi SEGBÎS'ê beşdarî danişînê bû krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Akbaba piştî krîza dil derbas kir, rakirin nexweş û li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Akbaba di 29'ê Kanûnê de li navçeya Qoser a Mêrdînê hat definkirin.
BELGEYA MIRINÊ DAXUYANIYÊN DOZGER DEREWAND
Piştî bûyerê Serdozgerê Komarê yê Mêrdînê duh daxuyanî da û îdîa kir ku girtiyê 70 salî Îbrahîm Akbaba, piştî hat berdan rojek şûnde jiyana xwe ji dest daye. Lê malbatê belgeya mirina Akbaba îdîaya serdozger derawand û li gorî rapora muayineyê, Akbaba saet di 16.50'e 28'ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest daye. Di raporê de gardiyan agahiya mirina Akbaba dide malbatê.
‘DIKARÎBÛN DI DANIŞÎNÊN BERÊ DE BERDIN'
Parêzerê Akbaba Seyîthan Baday, derbarê rêze xemsariyên mirina muwekîlê xwe de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
Prz. Baday, diyar kir ku Akbaba lingê wî protez bû û wiha got: “Bi vî awayî dijiya. Dîsan rapora wî ya ji sedî 90 astengdare hebû. Ji dest pê kê ve dadgehê daxwazên me yên berdana Akbaba red kirin. Ligel ku hemû delîl jî hatin komkirin, dîsan jî nehat berdan û nexweşiya wî dihat zanîn. Bi tu awayî nexweşiyên wî ber çavan negirtin.”
'DERBARÊ GIRTÎGEHÊ DE EMÊ SERLÊDANA SÛC BIKIN'
Baday, di dawiya axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Rewşa tenduristiya Akbaba di şert û mercên girtîgehê de xerabtir bû. Israra dadgehê û xemsariya girtîgehê muwekîlê min kuşt. Emê derbarê girtîgehê de serlêdan bikin. Ligel biryara dadgehê jî, rayedarên girtîgehê muwekîlê min sewqî nexweşxaneyê nekirin, erka xwe bi cih ne anî û xemser tevgeriya. Emê derbarê girtîgehê de serlêdan bikin.”
MA / Ahmet Kanbal