HATAY – Li Antakyayê cenazeyê jinekê di kîsê danîn ber konteynira çopê de hat dîtin.
Li taxa Haranpaşa ya navçeya Antakyayê ya Hatayê cenazeyê jinekê di kîsê danîn ber konteynira çopê de hat dîtin. Karkerên paqijiyê yên şaredariyê ku cenaze dîtin agahî dan polîsan. Pişt re polîs hatin cihê bûyerê tespît kirin ku cenazeyê aîdî jinekê ya bênasname bi awayek dest û piyê wê girêdayî ye.
Ji bo otopsiye cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Zanîngeha Mustafa Kemal a Hatayê.
Polîsan der barê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.