AMED - Li Girtîgeha Gîresûnê çalakiya greva birçîbûnê ya 10 roj dorveger û bê dawî ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 27'ê Mijdarê de dest pê kiribû berdewam dike. Piştî 3 kom ketin grevê, niha koma 4'emîn çalakî dewir girt.
Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê di 27'ê mijdarê de li hemû girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya 10 roj dorvger û bêdawî dabûn destpêkirin. Li Girtîgeha Gîresûnê jî girtiyên siyasî kom bi kom 10 roj dorveger û bê dawî çalakî dabûn destpêkirin. Çalakiya girtiyan piştî koma 3'emîn bi koma 4'emîn berdewam dike. Koma 4'emîn ku ji 3 girtiyan pêk tê çalakî dewir girt piştî 10 rojan dê dewrî komek din bike. Ji koma 4'emîn Egît Dolan, bi riya telefonê agahî da dayika xwe Sadiye Dolan û diyar kir ku ew ligel hevalê xwe Ramazan Ogurlu û Hamdullah Zengîn bi koma 4'emîn çalakiyê berdewam dikin. Dolan, da zanîn ku heta ew encam bistînin dê çalakiya xwe berdewam bikin. Dolan, anî ziman ku armanca wan azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û ji bo aştî û demokratîkbûna Tirkiye pêwiste Ocalan azad bibe. Dayika Egît Dolan Sadiye Dolan jî bang li hemû cemaweriyê û malbatên girtiyan kir ku li dijî tecrîdê û li dijî zext û zordariyê li ser mirovahiyê pêş dikevin dengê xwe bilind bikin û bibin yek.