AMED - Bavê çalakgerê greva birçîbûnê yê bêdawî û bêdorveger Mehmet Bozdag, Haci Bozdag, diyar kir ku çalakger ji bo nirxên hevpar ên mirovahiyê ketine grevê û bedena xwe dane ber birinê û wiha got: " Em bibin denge berxwedêrên li zindanê ji bo demokrasî û aştiyê li ber xwe didin."
Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di roja 54'an de berdewam dike. Çalakiya girtiyên siyasî ku di 27'ê mijdarê de dest pê kiribû bi koma 4'emîn berdewam dike. Di 16'ê Kanûnê 30 girtiyên sisayî li 6 girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin. Niha çalakiya girtiyan a bêdawi û bê dorveger bi 64 girtiyan berdewam dike. Hat diyar kirin ku dê 300 girtî di 5'ê Çileyê de dest bi greva bêdawî û bêdorveger bikin. Yek ji girtiyê siyasî ku di 16'ê Kanûnê de dest bi çalakiya bê dawî bû bêdorveger kir Mehmet Bozdag ê 32 salî ye. Mehmet Bozdag li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê dest bi greva bêdawî û bêdem kir. Bavê Mehmet Bozdag Hacî Bozdag (49), diyar kir ku kurê wî ji bo hemû mirovahiyê dest bi çalakiyê kiriye. Hacî Bozdag, anî ziman ku wî roja çarşemê bi kurê xwe re hevdîtin kir û wiha got: "Kurê min di hevdîtê de got 'Moralê me baş e. Heta ku dawazên me pêk bên em dê çalakiya xwe berdewam bikin' Girtî bi biryarin encam bistînin."
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ LI HEMÛ GIRTÎGEHAN E
Bozdag, anî ziman ku girtî di çalakiya xwe de mafdar in û ji bo mirovahiyê bedena xwe didin mer mirinê û wiha got: “Mehmet got 'Em dixwazin heyeta mafên mirovan, malbat, parêzer û heyetek biçin Îmraliyê û pêvajoya diyalogê dest pê bike. Heta ku bi Birêz Ocalan re hevdîn pêk neyê em gavan paşve navêjin. Tecrîda li îmraliyê pêk tê li hemû girtîgehan pêk tê. Yek ji van Girtîgehên ku tecrîd lê heye Girtîgeha Tîpa L a Patnosê ye. Li Patnosê rayedar ji bo tenduristiya girtiyan xera bike serî li hemû rê û rêbazan didin. Girtî ne ji bo şertên xwe ketine grevê. Bi armanca tecrîdkirina li ser Ocalan bi dawî bibe ketine grevê. Em dixwazin bi lez bi Birêz Ocalan re hevdîtin bikin û şert û mercên tenduristî, ewlehiyê û azadiyê bên başkirin." Mehmet Bozdag anî ziman ku heta dawazênk girtiyan ên ji bo Azadiya Ocalan pêk neyê dê dest ji çalakiya xwe bernedin.
Bozdag, anî ziman ku kurê wî ji bo aştî û demokrasî pêş bikeve bedena xwe daye ber mirinê û wiha bi dawî kir: "Ji bo aştî û demokrasiyê bedena xwe dibin dengê azadiyê. Em ji mirovên xwe dixwazin ku bibin dengê girtiyên zindanan yên niha dengê xwe bilind dikin. Dengê wan bêtir bilind bikin û çalakiya wan bêtir xurt û geş bikin. Em dixwazin her kes hestiyar tev bigerin. Ew ji bo hirxên hevpar ên mirovahiyê bedena xwe didin ber mirinê. Divê her kes li vê daxwaza wan xwedî derkevin.b"