STENBOL - Dadgeriya Înfazê yê Bûrsayê, daxwaza malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a hevdîtina bi Ocalan re ji 14'ê Îlona 2018’an û virde bi hinceta Ocalan rastî 3 meh cezayê "dîsîpînê" hatiye red dikin. Tevî ku cezayê dîsîplînê di 14'ê kanûnê de bi dawî bû jî dîsa serlêdanan red dikin. Li gel ku parezeran ev yek îtîraz kir jî dadgeriyê, vê carê diyar kir ku cezayê dîsîplînê ne di 14'ê îlonê de di 19'ê cotmehê de dest pê kiriye.
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di 15'ê Sibata 1999'an de bi destê hêzên navneteweyî radestî Tirkiye hat kirin, nêzî 20 salin bi tena serê xwe li Girtîgeha tîpa F a Îmraliyê di yek hucreyê de tê girtin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, herî dawî di 11'ê Îlona 2016'an de bi malbatê re hevdîtin kir. Dîsa rayedar destûr nadin ku malbatên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî bi malbatên xwe re hevdîtin bikin. Rayedarên dadê di serdema OHAL'ê de bi hinceta zagonên OHAL'ê di meriyetê de ne nikarin hevdîtinan pêk bînin. Piştî OHAL rabû jî vê carê bi hinceta Ocalan rastî cezayê dîsîplînê hatiye destûr nadin. Herî dawî Dadgeriya Înfazê hincet nîşan da ku di 14'ê Îlona 2018'an de Ocalan rastî cezayê hunceyê hatiye û ji ber vê yekê nikarin bi malbatan re hevdîtin bikin. Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê parast ku Lijneya Dîsîplînê ya Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Girtîgeha tîpa F a Îmraliyê di 14'ê Îlona 2018'an de cezayê dîsîplînê dane û heta 3 mehan nikarin hevdîtinan bikin û serlêdanên parêzerên malbatan red kirin. Li gorî serdozgeriyê diviya bû biryara cezayê dîsîplîne di 14'ê kanûnê de bi dawî bûbûya. Lê tevî vê yekê dîsa daxwaza malbatan a hevdîtinê hat redkirin. Piştî parêzerên malbatê ev yer îtiraz kirin, hincetek din nîşan dan. Malbatan di 14, 21 û 28'ê Kanunê de dîsa bi riya parêzeran serlêdan kirin û bi hinceta "Sînordarkirina der barê Hikûmxwaran" a girêdayî “Qanûna hêmar 5275'an a der barê Înfaza Tedbîrên Ewlehiyê" de parêzeran dîsa serî li 1'emîn Dadgeriya Înfazê ya Bursa dan û biryar îtiraz kirin. Lê dadgeriyê li gorî daxwaza dozger red kir. Dadgeriyê diyar kir ku 3 meh cezaye dîsîplîne bi biryara 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran Bûrsayê di 19'ê Cotmehê de hatiye erêkirin. Dadgeriyê, dîroka teqezkirinê û destpêka cezayê dîsîplînê cuda şirove kir û parast ku hêj 3 meh cezayê dîsîplînê bi dawî nebûye.
DADGER BIRYARA CUDA DOZGER BIRYARA CUDA DA
Her çend dadgeriye parast ku 3 meh cezayê dîsîplînê di 19'ê cotmehê de dest pê kiriye jî, Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê di serlêdanên parêzer û malbatan de bi hinceta di 14'ê Îlona 20187an de cezayê dîsîplîne li Ocalan hatiye birîn red dikir. Piştî 14'ê kanûna 2018'an parêzeran dîsa 3 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lijneya Dîsîplînê ya Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Girtîgeha tîpa F a Îmraliyê di 14'ê Îlona 2018'an de cezayê dîsîplînê da.
‘DARAZ BI KEYFÎ TEV DIGERE'
Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica, helwesta Biryara 1'emîn Hekîmtiya Înfazê ya Bursayê wekî "helwesta keyfî ya darazê" pênase kir û wiha got: "Malbata muwekile min Ocalan her hefte roja Înê Serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê didin. Roja înê serlêdan dikin û dixwazin roja Duşemê biçin hevdîtina Ocalan. Her meh mafê muwekilên min heye ku ji 15 rojan carekê hevdîtina vekirî û 15 rojan çarekê jî hevdîtina girtî pêk bînin. Mafê wan heye mehê 2 hevdîtinan pêk bînin. Lê demek pir dirêj e mafê muwekilên min ên hevdîtinê bi awayekî keyfî tê redkirin. Ji sala 2016'an heta îlona 2018'an wekî mafê hevditina parêzeran, mafê hevdîtina malbatê jî ji aliyê darazê ve hat redkirin. Lê piştî meha îlonê me dît ku biryarên dadgehê ji bo hevdîtina malbatan derbas nabe. Tene ji bo parêzeran derbas dibe. Piştre dema malbatê serlêdan kir vê carê gotin 'Keştî xerabe ye." û daxwaz red kirin.
Me di 14'ê îlonê de dîsa serlêdan kir. Vê carê bi awayekî cewherî cezayê dîsîplînê yê îdareya girtîgehê ku 3 mehan qedexeya hevdîtinê daye nîşan dan. Di 14'ê Îlonê de ev biryar ket meriyetê. Me di 21'e Îlonê de serlêdan kir û bi wayekî fermî bersîve dan. Serdozgeriya Komarê ya Bursayê biryara lijneya disîplînê hincet nîşan da û daxwaza zerlêdanê red kir. Ji ber ku biryar li dijî hiqûqê bû malbatê serlêdan berdewam kir. Lê her serlêdan ji aliyê serdozgeriyê ve bi aweyekî fermî ve hat redkirin. Li gorî biryara cezayê dîsîplînê di 14'ê Kanûnê de 3 meh qediya û me di 14'ê kanûnê de dîsa serlêdan kir. Lê di 17'ê kanûnê de dîsa ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hat redkirin. Ev biryar bi awayekî fermî teblîgî me kirin. Me diyar kir ku ev biryar aşkere li dijî hiqûqê ye. Ji ber ku 3 meh cezayê dîsîplînê hebû û ev ceza xelas bû. Li gel ku ceza xelas bû jî dîsa dozgeriyê daxwaz red kir.
BIRYARÊN FIRMÎ LI BER ÇAVAN NEHAT GIRTIN'
Sarica, anî ziman ku biryarên fermî êdî bê wate ne û wiha bi dawî kir: "Me serî li 1'emîn Dadgeriya Înfazê ya Bursayê da. Lê hekimiye serlêdan red kir. Di hinceta xwe de jî diyar kir ku ceza di 19'ê Cotmehê de dest pê kiriye û hêj ceza bi dawî nebûye. Lê li gorî serlêdanên me bi awayeki fermî di 21'ê İlonê de ceza dest pê kir. Ji 14'ê êlonê de bi hinceta ceza hat astengkirin û di 21'ê îlonê de jî bi awayekî fermî hat astengkirin. Ev jî nîşan dide ku biryar bi keyfî û li dijî hiqûqê ne. Li vir zagon û biryarên berê li ber çavan nayên girtin. Biryara dadgeriyê tu aliyê wê yê bê qebûlkirin tune ye. Hemû biryar li dijî hiqûqê û keyfî ye. Êdî di qada darazê de jî keyfîyet li pêş e. Dozger tiştekî dibêje dadger tiştekî dibêjin. Em vê hiqûqê bi tu awayi qebûl nakin. Astengkirina veliyan jî li dijî hiquqê ye.
MA / Yasin Kobulan