STENBOL - Serdozgeriya Sakarya der barê doza kuştina Kadîr Sakçi yê li Sakarya hat kuştin de biryara "nepenî" da. Parêzerê Malbata Kadîr Sakçi yê got "Êz kurd im" û hat kuştin, Prz. Bulent Aşa, diyar kir ku serdozgeriyê bi armanca ser mijarê bigire biryara veşartinê dane, lê ew dê heta dawî dozê bişopîne.
Di 16'ê Kanûnê de li Taxa Yenîmahalle ya navçeya Hendek a Sakaryayê ji ber bi kurdî axivîn bi çekê êrîşî bav Kadîr Sakçi yê 43 salî û kurê wî Bûrhan Sakçî yê 16 salî kirin. Di êrîşê de Kadîr Sakçi hat kuştin û kurê wî Bûrhan Sakçi jî bi giranî birîndar bû. Bûrhan Sakçi ji nexweşxaneyê hat tabûrcîkirin. Cenazeyê Kadîr Sakçi jî li goristana Taxa Yenîmahalle hat definkirin. Piştî bûyer qewimî hefteyekê şûnde di çapemeniyê de cih girt. Walîtiya Sakaryayê ya heta wê rojê tu daxuyanî nedabûn, piştî bûyer di çapemeniyê de derket daxuyanî da û di daxuyaniya xwe de diyar kir ku tu eleqeya bûyerê bi kurdîtiyê tune ye, bûyer bûyereke edlî ye. Piştî daxuyaniya walî Serdozgeriyê der barê dosyayê de biryara veşartinê da. Endamê Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz (OHP) Bulent Aşa, biryara serdozger a veşartina dosyayê nirxand.
Aşa, anî ziman ku bi armanca parêzer naveroka dosyayê fer nebe biryara "nepenî" daye û wiha got: "Ger ku parêzer lêpirsîna dosyayê têxe talûkeyê dozger dikare biryarê bide. Lê rewşek wisa tune ye. Dozger bi vê yekê dixwaze rastiyê ji raya giştî ya Tirkiye veşerê. Biryara veşartina dosya Sakçi armanc dike ku ser dozyayê bigirin. Li gel ku bûyer di 16'ê kanûnê de pêk hat, di 22'ê kanûnê de hatiye fêrbûn. Piştî ev cînayetê nifrînê di medya civakî de hat parvekirin, bûyer hat fêrbûn. Piştre ji bo ser bûyerê veşerîn di 23'ê kanûnê de der barê dosyayê de biryara veşartinê dan. Piştî bûyerê 7 roj şûnde der barê bûyerê de biryara veşartinê dan."
Aşa, da zanin ku li gorî xala 36’an a “Azadiya Lêgerîna maf" ya Zagona Tirkiye xala 6'an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropa a "Der barê darizandina adîl de" aliyê mexdûr dikarin i awayekî bandor lêkolîn û lêgerîna hiq^quî bikin. Aşa anî ziman ku wekî parêzerê malbata mexdûr dê dest ji vê dozê bernedin û heta dawî em dê dozê bişopînin."
MA / Melîke Ceyhan