* Dadgerê Înfazê yê Bûrsayê, daxwaza malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a hevdîtina bi Ocalan re ji 14'ê Îlona 2018’an û virde bi hinceta Ocalan rastî 3 meh cezayê "dîsîpînê" hatiye red dikin. Tevî ku cezayê dîsîplînê di 14'ê kanûnê de bi dawî bû jî dîsa serlêdanan red dikin. Li gel ku parezeran ev yek îtîraz kir jî hekîmtî, vê carê diyar kir ku cezayê dîsîplînê ne di 14'ê îlonê de di 19'ê cotmehê de dest pê kiriye.
* Li Edeneyê ji ber komira ku Walîtiya Edeneyê li welatiyan belav kir, hewa bajar qirêj dike û mirovan jahrînî dike. Endamê Komîsyona Ekolojiyê yê Şaxa ÎHD'ê yê Edeneyê Yaşar Gokoglu, xwest li şûna walî komirê belav dike pêwiste fatûra ceyranê ji sedî 50 daxe.
* Serdozgeriya Sakarya der barê doza kuştina Kadîr Sakçi yê li Sakarya hat kuştin de biryara "nepenî" da. Parêzerê Malbata Kadîr Sakçi yê got "Êz kurd im" û hat kuştin, Prz. Bulent Aşa, diyar kir ku serdozgeriyê bi armanca ser mijarê bigire biryara veşartinê dane, lê ew dê heta dawî dozê bişopîne.
* Bavê çalakgerê greva birçîbûnê yê bêdawî û bêdorveger Mehmet Bozdag, Haci Bozdag, diyar kir ku çalakger ji bo nirxên hevpar ên mirovahiyê ketine grevê û bedena xwe dane ber birinê û wiha got: " Em bibin denge berxwedêrên li zindanê ji bo demokrasî û aştiyê li ber xwe didin."
* Parêzerê girtiyê 70 salî Îbrahîm Akbaba yê di 28'ê Kanûnê de li salona dadgehê dema bi SEGBÎS'ê beşdarî danişînê bû krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da Seyîthan Baday, diyar kir ku ısrara dadgehê û xemsariya girtîgehê Akbaba kuşt.
* Sendîkayên KESK'ê bi armanca balê bikişîne ser zextên li ser medyayê dê li avahiya BES'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (11.30)
* Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan a Marmarayê, bi armanca balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî dê li ber Girtîgeha Tîpa L a Bakirkoyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê û Rêxistina HDK'ê ya Edeneyê, bi armanca balê bikişînin ser binçavkirina endam û rêveberan dê li Parka Înonu daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)