MÊRDÎN – Serdozgerê Komarê yê Mêrdînê parast ku girtiyê 70 salî Îbrahîm Akbaba yê dema bi SEGBÎS'ê tev li danişînê bû û bi krîza dil jiyana xwe ji dest da, rojek şûnde jiyana xwe ji dest daye. Lê malbatê û belgeya mirina Akbaba îdîaya serdozger derawand.
Girtiyê 70 salî Îbrahîm Akbaba ku bi nexweşiya giran bû, û li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî bû, di 28'ê Kanûnê de li salona dadgehê dema bi SEGBÎS'ê beşdarî danişînê bû krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Akbaba piştî krîza dil derbas kir, rakirin nexweş û li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Akbaba di 29'ê Kanûnê de li navçeya Qoser a Mêrdînê defin kirin. Akbaba ku bi nexweşiya şekir bû, berê jî emeliyeta dil derbas kiribû û dîsa ji ber nexweşiya şekir lingekê wî hatibû jêkirin. Akbaba yê ji sedî 90 rapora wî ya astengdariyê hebû, di Tîrmeha sala 2017’an de dema ajokarê TIR’ê bû hin kesên otostop dikirin li wesayîta xwe siwar dike. Di kontrola rê de, derdikeve holê ku biryara lêgerîna van kesan heye. Li ser vê yekê Akbaba jî bi van kesan re hatibû binçavkirin û girtin. Piştî Akbaba tê girtin û şûnde di 6’ê Mijdara 2017’an bi wesayîta rîngê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê hatibû kirin. Akbaba piştî 9 meh bi ser girtina wî re derbas bû. yekem car di meha Adarê de derxistin pêşberî dadger. Akbaba piştre du carên din derket pêşberî dadger, lê ligel temenê wî yê mezin, nexweşiyên wî yên giran û rapora wî ya astengdariyê jî nehat berdan. Akbaba, di 28'ê Kanûnê de berê dema bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî 4’emîn danişîna xwe ya Dadgeha Cezayê Giran a 3'yemîn a Mêrdînê bû, krîza dil derbas kir û rakirin nexweşxanê. Akbaba jiyana xwe ji dest da. Di danişîna dihat berdewam kirin de, piştî Akbaba jiyana xwe ji dest da biryara berdanê wî dan.
Piştî bûyerê Serdozgerê Komarê yê Mêrdînê parast ku girtiyê 70 salî Îbrahîm Akbaba, rojek şûnde jiyana xwe ji dest daye. Lê malbatê û belgeya mirina Akbaba îdîaya serdozger derawand.
Kurê Akbaba rapora mirina bavê xwe bi Ajansa me Mezopotamya (MA) re parve kir û li gorî rapora muayineyê, Akbaba saet di 16.50'e 28'ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest daye. Di raporê de gardiyan agahiya mirina Akbaba dide malbatê.