DÎLOK - Li Dîlokê di navbera penaberên Sûriyeyî û ciwanan de rageşî derket. Komek ku li ser medya civakî ji bo Necatî Bagci bang kir, li dijî Sûriyeyîyan li Qada Demokrasiyê kom bûn. Piştî bûyerê polîsan 3 kes binçav kirin.
Li taxa Gazîkentê ya navçeaya Şehitkamîl a Dîlokê Gazikent hefteyek berê welatiyên penaber ên Sûriyeyî û ciwanan niqaş kirin û alozî derket. Pişti bûyerê ciwanê bi navê Necati Bagci birîndar bû. Bagci, hefteyekê li nexweşxaneyê hat girtin. Bagci, piştî bûyerê li dijî penaberên Sûriyeyî banga çalakiyê kir. Li ser vê yekê girse li Qada Demokrasî kom bûn û çalakî pêk anîn. Li ser vê yekê polîsan mudaxaleyî girsê kir. Polîsan di bûyerê de 3 kes binçav kirin.